Serokwezîrê Îraqê: Di qeyrana darayî de sê bijardeyên dijwar li beranberî me bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Îraqê di gotarekê de li beranberî Parlamentoya Îraqê bal kişand ser rewşa darayî û mûçeyên fermanberan û eşkere kir ku di dema qeyrana darayî de sê bijardeyên dijwar li beranberî wan hebûn. Hevdem behsa rêgirtina li peydakirina nirxê dolarî jî kir.
Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî îro Pêncşem, 8ê Cotmeha 2026ê, li beranberî Encûmena Nûneran a Îraqê axaftinek pêşkêş kir û di derheqa birêvebirina rewşa darayî û dabînkirina mûçeyan de ragihand: "Em li beranberî sê bijardeyên dijwar bûn.”
Elî Zeydî ew her sê bijarde jî ya eşkere kirin û got: “Ya yekê penabirina ji bo paşkeftê bi zorê û hiştina karmendan di nav peymana bêkiryar de bû. Ya duyê parvekirina mûçeyan di her 45 rojan carekê de bû. Ya sêyê jî ew bû ku em biçin bin barê wergirtina deynan û binavkirina welatî di deynan de bû, di demekê de ku Îraq bi xwe di bingeh de ji ber barê giran ê deynên kombûyî dinalîne."
Di derheqa sûka diravî û nirxê guherîna dînarî li beranberî dolarî de, Serokwezîrê Îraqê tekez kir ku ew cudahiya ku di dema borî de di nirxê guherîna dolarî de hebû, ji aliyê delal û fêlbazên sûkê ve dest bi ser de dihat girtin û ji bo berjewendiya xwe bi kar dianî.
Serokwezîrê Îraqê amaje bi bizavên hinek aliyan bo peydakirina nerazîbûnê da û got: "Hinek ji nehezan û kesên bimerem bizav kir ku valahiyê di navbera me û texên cuda yên gelê me de peyda bikin, lê baweriya xelkê xurtir bû."