Îşev 11 koçberên Kurd ji Libyayê bo Hewlêrê tên vegerandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Karûbarên Balyozxaneya Îraqê li Libyayê ji Kurdistan24ê re ragihand ku îşev 11 koçberên Kurd bi rêya Balafirxaneya Miîtqiyeyê li Tarablusê ve bo Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û tên vegerandin geşta wan dest pê kiriye.
Rêveberê Karûbarên Balyozxaneya Îraqê li Libyayê Ehmed Sehaf îro Pêncşem, 8ê Cotmeha 2026ê, di derheqa wan koçberan de zêdetir ron kir û got: “Ew hemî ciwan in û xelkê Herêma Kurdistanê ne û bi merema çûna Ewropayê rêya koça neqanûnî ya Libyayê daye ber xwe.”
Sehaf herwesa ragihand ku di van du salên erkê Rêveberê Karûbarên Balyozxaneya Îraqê pê hatî spartin de, wî kariye hevahengiyê bo vegerandina 402 koçberên Îraqî ji Libyayê bike. Eşkere jî kir ku koçber li Libyayê rûbirûyî birsîtî, xetereya xeniqînê û windabûnê bûne.
Her li ser vegerandina wan 11 koçberan, Birêveberê Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hişyar ji Kurdistan24ê re ragihand ku tîma Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê li balafirxaneyê amade dibin û rasterast ji aliyê tîma wan ve tên wergirtin.
Piştî belavbûna nûçeya windabûna hejmareka welatiyan li Libyayê, li roja Duşemê, 5ê vê mehê, rasterast li ser spardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, her du wezaretên Navxwe û Fermangeha Peywendiyên Derve hatin spartin ku yekser rêkarên pêdivî ji bo dîtin, rizgarkirin û vegerandina van 11 koçberan bi cih bînin.
Rêveberê Karûbarên Balyozxaneya Îraqê li Libyayê Ehmed Sehaf rojekê pêştir jî ragihandibû ku wan karîye çarenivîsa 9 koçberên dî yên xelkê Herêma Kurdistanê eşkere bikin, ku bi rengekê neqanûnî berê xwe dabû Libyayê lê bi xwesteka xwe biryara vegerînê dabû.