Li Diyarbekirê 2 ton û 200 kîlogramên madeyên hişber hatin bindestkirin

Diyarbekir (K24) – Li Devera Bismilê ya girêdayî Parêzgeha Diyarbekirê di operasyoneka berfireh a dijî madeyên hişber de, 2 ton û 200 kîlogramên esrarê hatin bindestkirin û sê gumanbar jî hatin girtin.

Li gorî daxuyaniya fermî ya Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê, ew operasyon li ser biryara Dozgeriya Komarê ya Bismilê û bi pişkdariya hevpar a Rêveberiya Sûcên Narkotîkê û Fermandariya Giştî ya Cendermeyan hatibû bicihanîn.

Di çarçoveya xebata îstîxbaratî ya tîmên Rêveberiya Şaxa Narkotîkê û Îstîxbaratê ya Fermandariya Cendermeyan a Parêzgeha Diyarbekirê û Fermandariya Cendermeyan a Devera Bismilê de, ew hejmara zêde ya madeyên hişber hat girtin.

Lêkolîn û çopandinên dozgeriyê eşkere kir ku ew her sê gumanbarên di wê operasyonê de hatine bindestkirin, di torên çêkirin û bazirganiya narkotîkê de berpirsiyar bûn. Piştî bidawîbûna rêkarên qanûnî û lêpirsînê, her sê gumanbar ji aliyê dadgehê ve hatin girtin û bo zîndanê hatin şandin.

Têkoşîna dijî Madeyên Hişber û Narkotîkê li parêzgehên Bakurê Kurdistanê di çarçoveya plana ewlehî ya Wezareta Karên Navxwe de berdewam e. Bajarê Diyarbekirê û deverên wê yên derdorê wek Bismil û Licê ji ber cografyaya xwe car bi car dibin amancên torên bazirganiya narkotîkê, lê operasyonên berdewam ên Cendermeyan rêyê li belavbûn û bazirganîkirina bi wan madeyan digirin.