Navi Pillay xelata Nobelê ya Aşitiyê ya sala 2026ê wergirt

Navi Pillay
Navi Pillay

Navenda Nûçeyan (K24) – Lijneya Nobelê ya Norvecî bi rengekê fermî ragihand ku Xelata Nobelê ya Aşitiyê bo sala 2026ê pêşkêşî dadwer û qanûnnasa diyar a Efrîqaya Başûr Navanethem (Navi) Pillay hate kirin, li beranberî bizavên wê yên berdewam bo pêşxistina aşitiyê, serweriya qanûna navdewletî û parastina mafên mirovan.

Lijneya Nobelê îro Înê, 9ê Cotmeha 2026ê, di daxuyaniya pêşkêşkirina wê xelatê de tekez kir ku pabendbûna Navi Pillay bi prensîbên qanûnî yên cîhanî û bingehên wê yên exlaqî di dirêjahiya karwanê wê yê pîşeyî de, hejîyî vê rêzlêgirtinê ye. 

Amaje bi wê yekê jî hate dan ku Naviyê dewlet û serkirde rûbirûyî lêpirsînê kirine û hêvî bo qurbaniyên tundûtîjî û hevrikiyan vegerandiye, di hemî wan postên wê wergirtîn de herdem tekez li ser berpirsiyariya dewletan û takan di pabendbûna bi serweriya qanûnê de kiriye.

Navanethem "Navi" Pillay, ku ji Tamila Hindî ye, roleka dîrokî û serekî di pêşxistina sîstema qanûnî ya navdewletî de lîstiye. Di destpêka karkirina xwe de, wek parêzer berevanî ji Nelson Mandela û têkoşerên dijî rêjîma Apartaydê (cudakarîya nejarî) li Efrîqaya Başûr kiriye, wê paşê bawernameya PhD di qanûnê de ji Zankoya Harvardê ya Amerîkayî wergirtiye.

Di karwanê xwe yê pîşeyî de, wê wek dadwer li Dadgeha Bilind a Efrîqaya Başûr, Seroka Dadgeha Tawanan a Navdewletî bo Rwandayê (ICTR), dadwer li Dadgeha Tawanan a Navdewletî (ICC) û Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di navbera salên 2008 heta 2014ê de xizmet kiriye.

Yek ji destkeftiyên herî giring ên Navi Pillay di warê dadweriya navdewletî de, rolê wê yê biryardar bû di derxistina biryarên dîrokî de li ser naskirina tundûtîjiya zayendî û pûropagandaya kîn û nefretê wek "tawanên dijî mirovahiyê" û parek ji "jenosîdê".

Lijneya Nobelê ya Norvecî di pareka dî ya beyannameya xwe de amaje bi wê yekê kiriye ku ji ber paqijî, wêrekî û rastgoyiya wê ya bêwêne di berhingarbûna tawanbarên cengî de û çespandina dadweriyê bo qurbaniyan li ser astê cîhanê, Pillay wek yek ji dengên herî bibandor ên berevan di mafên mirovan de di serdemê modern de dimîne.