Kerkûk: Li Hewîceyê çekdarên DAIŞê êrîşî xaleke artêşa Iraqê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê li sînorê qezaya Hewîceyê êrîşî xaleke leşkerî ya artêşa Iraqê kir, lê di dema revê de ketin kemîna hêzên ewlehiyê.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Kerkûkê da zanîn, serê sibeha îro Şemiyê, 10ê Cotmeha 2026an, li gundê Burxeliyeyê yê ser Hewîceyê ve, çekdarên DAIŞê teqe li xaleke serbazî ya artêşa Iraqê kirine.

Li gorî zanyariyan, çekdarên DAIŞê di dema paşvekişîna xwe de ketine kemîna hêzên ewlehiyê yên Iraqê û li pey wê şer û pevçûneke giran di navbera wan de rû daye. Piştî pevçûnê, bermahiyên çekdaran reviyane. Hat zanîn ku di nava refên DAIŞê de kuştî jî çêbûne.

Peyamnêrê Kurdistan24ê bal kişand ser wê yekê ku piştî vekişîna hêzên Amerîkayê ji herêmê, di nava hefteyekê de ev sêyemîn êrîşa çekdarî ye ku li heman deverê pêk tê. Di êrîşên rojên borî de di nava Polîsê Federal ê Iraqê de ziyanên canî çêbûbûn û kamerayeke çavdêriyê ya germahiyê (termal) jî ji aliyê çekdaran ve hatibû têkbirin.

Vekişîna hêzên Amerîkayê bandoreke neyînî li ser aramiya wan deverên ku valahiya ewlehiyê lê hene kiriye. Çekdarên DAIŞê ji bo xweveşartin û pêkanîna êrîşên nişkêvayî sûdê ji coxrafyaya çiyayî û daristanên herêmê werdigirin.

Tevî ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê bi berdewamî operasyon û pişknînên meydanî li wan herêman pêk tînin, dîsa jî şaneyên veşartî yên DAIŞê wekî metirsiyekê li ser hêzên fermî û xelkê sivîl ê deverê mane.