Termê mamoste Hesen Keleş hat dîtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Malbata mamoste û çalakvanê siyasî Hesen Keleş piştrast kir ku termê beriya çend rojan li gundewarê Til Koçerê hatibû dîtin, yê wî ye.
Malbata mamoste Hesen Keleş îro 10ê Cotmehê bi daxuyaniyekê ragihand, termê ku beriya çend rojan li gundewarê navçeya Til Koçerê ya Rojavayê Kurdistanê hatibû dîtin, ê kurê wan Hesen Keleş e.
Malbatê da zanîn, ew ê îro termê wî ji nexweşxaneyê wergirin û li warê wî li gundê Sêgirka Çolê bi xakê bispêrin.
Hesen Keleş şeva 30ê Îlona borî, li nava bazara bajarokê Girkê Legê ji aliyê kesên nenas ve hatibû revandin û ber bi cihekî nediyar ve hatibû birin. Tevî ku çendîn rojan çarenivîsa wî ne diyar ma û ti aliyekî berpirsiyariya revandina wî li xwe negirt, di dawiyê de termê wî li gundewarê Til Koçerê hat dîtin.
Hesen Erefat Keleş (jidayikbûyê 1970yî) xelkê gundê Sêgirka Çolê bû. Wî nêzîkî 20 salan li dibistana Celaa ya Rimêlanê mamostetî dikir û di heman demê de endamê Encûmena Herêmî ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya (PDK-S) bû.
Piştî bûyera revandinê, Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), Komîteya Navendî ya PDK-Sê û mamosteyên dibistana Celaa di daxuyaniyên cuda de ev kiryar bi tundî şermezar kiribûn û daxwaz ji aliyên pêwendîdar kiribûn ku ji bo eşkerekirina çarenivîsa wî bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê.
Herwiha di 7ê vê mehê de, cîgirê parêzgarê Hesekê serdana mala malbata Keleş kiribû û diyar kiribû ku ew dosyeyê dişopînin û revandina wî wekî "karekî terorîstî" bi nav kiribû.