Hevpeymaniya Erebî: Êrîşa Hûsiyan a li ser Firokxaneya Riyadê tawaneke şer e
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Erebî ragihand, êrîşa terorîstî ya Hûsiyan a li ser Firokxaneya Navdewletî ya Melik Xalid li Riyadê wek "tawaneke şer" tê hejmartin. Di heman demê de hat piştrastkirin ku di encama vê êrîşê de 12 kesan canê xwe ji dest daye û zêdetirî 300 kesên din jî birîndar bûne.
Berdevkê Fermî yê Hêzên Hevpeymaniyê Turkî Malikî îro 11ê Cotmehê di daxuyaniyekê de diyar kir, di encama êrîşa duh a li ser firokxaneyê de, hejmarek rêwî û karmendên firokxaneyê birîndar bûne. Malikî da zanîn ku ev kiryara terorîstî "binpêkirineke aşkere ya hiqûqa mirovî ya navdewletîî û pîvanên cîhanî ye."
Malikî ev êrîş wek kirekî "bêexlaq û kirêt" binav kir û tekez kir ku Fermandariya Hêzên Hevbeş ên Hevpeymaniyê dê bi tundî bersiva vê êrîşê bide, bi awayekî ku bersivdana wan bi hiqûqa mirovî ya navdewletîî û prensîbên wê yên rûniştî re hevaheng be.
Ji aliyê xwe ve, Desteya Giştî ya Firokaxaneya Sivîl a Siûdiyê serê sibeha îro Yekşemê di daxuyaniyeke cuda de amarên fermî yên êrîşê eşkere kirin. Li gorî daxuyaniyê, di encama êrîşa li ser Firokxaneya Navdewletîî ya Melik Xalid de, 12 kesan canê xwe ji dest dane ku di nav wan de welatiyekî Amerîkî jî heye, her wiha 309 kesên din jî birîndar bûne.
Herwiha hat ragihandin, kesên birîndar bo çend nexweşxaneyên cuda hatine veguhestin û tên dermankirin, ku rewşa beşek ji wan giran e. Di heman demê de ziyaneke berbiçav a madî gihaye beşa xizmetguzariyê ya firokxaneyê û niha tîmên pispor mijûlî nirxandina qebareya ziyanên madî ne.