800 amûrên kişandina pereyan li Herêma Kurdistanê hatine danîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma projeya "Hejmara Min" ragihand, îro 11ê Cotmeha 2026an, proseya dabeşkirina mûçeyê meha Îlonê bi awayekî dîjîtal li seranserê parêzgehên Herêma Kurdistanê dest pê kir û biryar e heta roja 14ê Cotmehê dewam bike.
Li gorî daxuyaniya tîma projeyê, hejmara giştî ya mûçexurên tomarkirî di projeyê de gihîştiye 1.14 milyon fermanber û mûçexuran. Di heman demê de heta niha 1.07 milyon kartên bankî hatine dabeşkirin û niha zêdetirî 1.02 milyon sûdmend mûçeyên xwe rasterast bi rêya vê sîstemê werdigirin.
Ji bo asankirina kişandina pereyan, tîmê da zanîn ku derdora 800 amêrên kişandina pereyan (ATM) li zêdetirî 200 cihên cuda hatine danîn. Dabeşbûna mûçexurên ku mûçeyên xwe bi dîjîtal werdigirin li gorî parêzgehan wiha ye:
- Hewlêr: 422 hezar kes
- Silêmanî: 372 hezar kes
- Dihok: 197 hezar kes
- Helebce: 25 hezar kes
Derbarê polên wergirên mûçe de, tîma "Hejmara Min" aşkere kir ku 400 hezar fermanberên medenî, 238 hezar Pêşmerge û endamên hêzên Asayîş, 313 hezar xanenişîn û 65 hezar malbatên şehîdan mûçeyên xwe bi rêya vê sîstema nû ya bankî werdigirin.
Her wiha hat diyarkirin ku rêjeya mûçexorên dîjîtal di van mehên dawî de bi rengekî berbiçav zêde bûye; di meha Hezîranê de 836 hezar kes bûn, di Tîrmehê de gihîşt 922 hezarî, di Tebaxê de bû 1,001,000 kes û di vê meha Îlonê de gihiştiye 1,016,000 mûçexUran. Tîmê bang li welatiyan kir ku ji bo her pirsgirêk an pirsiyarekê, bi xeta germ a jimare 1991 re pêwendiyê deynin.
Projeya "Hejmara Min" yek ji destpêşxêriyên stratejîk ên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku di bin çavdêriya rasterast a Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hat ragihandin. Armanca projeyê ew e ku sîstema darayî û bankî li herêmê bikeve ser rêyeke nûjen û dîjîtal, pişka danûstandina bi pereyê kaş kêm bibe û xizmetguzariyên bankî di nav hemû welatiyan de berfireh bibin.
Bi rêya vê projeyê, fermanber dikarin hem mûçeyên xwe bi hêsanî ji amêrên ATMê bikşînin, hem jî pereyên xwe di hesabên xwe de bihêlin û ji bo kirîna kelûpel û xizmetguzariyan kartên xwe bikar bînin, ku ev pêngav wek beşek ji çaksaziya aborî û şefafiyeta darayî ya li Herêma Kurdistanê tê dîtin.