Xwendekarên Kurd li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bê kitêb û mamosta ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Zêdetirî 86 hezar xwendekaran li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê waneya bijarde ya Kurdî helbijartiye, lê heta niha kitêbên wan negehiştine destên wan û arîşeya kêmiya mamostayan jî bo wan çê bûye.

Serokê Lîjneya Şopandinê bo Waneya Bijarde ya Kurdî li Şaxa Diyarbekirê ya Sendîkaya Memur-Senê Hudayî Morsumbul ragihand ku di demekê de ku Wezareta Perwerdeyê ji çapkirin û gehandina kitêban bo xwendekaran berpirsiyar e, xemxweriya pêdivî bo vê mijarê nîşan nedaye. 

Hudayî Morsumbul eşkere jî kir ku hemî kitêbên dî bêberanber û bi temamî gehiştine ber destê xwendekaran, lê xwendekarên waneya Kurdiyê hatine neçarkirin ku li ser hesabê xwe kitêban ji xwe re kopî bikin. Eşkere jî kir ku niha li 16 parêzgehan û li 321 dibistanan, 86 hezar û 64 xwendekar ji ber negehiştina kitêba waneya Kurdiyê tûşî arîşe û astengan bûne.

Navbirî amaje bi wê yekê jî da ku piştî peywendîkirina wan bi pişka parvekirina kitêban li wezaretê, ji wan re hatiye ragihandin ku arîşe di xwendina barkoda kitêban de hebiye. Tekez jî kir ku di her du heftiyên yekê yên destpêkirina xwendinê de, arîşeya barkoda temamê kitêbên dî hatiye çareserkirin û gehandine bajaran lê ev çar heftî ne kitêba waneya Kurdiyê nehatiye şandin.

Di derheqa hejmara mamostayan de jî, Morsumbul hişyarî li ser kêmiya mamostayan da û got ku pêdivî bû li gorî pîveran bi liberçavwergirtina yek mamostayî bo her 250 xwendekaran, 344 mamostayên waneya Kurdiyê bihatana damezrandin, lê tenê 153 mamosta li 16 parêzgehan û 321 dibistanan li ser kar in. Ev yek jî bûye sedema wê yekê ku her mamostayek li du heta sê dibistanên cuda cuda waneyan bide.

Pirsa waneya bijarde ya Kurdî li Tirkiyeyê bo sala 2012ê vedigere, dema ku hikûmeta Tirkiyeyê di çarçoveya pakêceka guherînê de biryar da ku waneya ziman û şêwezarên zindî di qonaxa navendî (pola pêncê heta heştê) de bixe nav bernameya xwendinê. Ji wê demê ve, her sal kempeyneka berfireh ji aliyê partiyên Kurdî, rêxistinên civaka sivîl û dezgehên zimanî ve bo paldana malbatên Kurd tê birêvebirina, daku wê waneyê bo zarokên xwe helbijêrin û zimanê xwe biparêzin, lê ew prose berdewam rûbirûyî astengên sîstematîk dibe.

Gelek caran birêveberiyên dibistanan bi hinceta nebûna mamostayan an kêmiya daxwaza xwendekaran rêyê li vekirina pola Kurdiyê digirin. Herwesa her sal rêjeyeka gelek kêm ji derçûyên pişka Ziman û Wêjeya Kurdî li zanîngehên Tirkiyeyê bo wanegotinê tê damezrandin, ev yek jî bûye sedem ku arîşeya kêmiya mamostayên girêdayî waneyê halawestî bimîne û di dema parvekirina kitêban de jî bê paşguhxistin.