Balyozê Fînlendayê: Hebûna Herêma Kurdistanê ya bihêz bo bihêztirbûna Îraqê alîkar e
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro li Pîrmamê pêşwazî li Balyozê Fînlendayê kir û di wê civînê de rewşa deverê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û xebata dijî terorê pê re nîqaş kirin.
Serok Mesûd Barzanî îro Yekşemê, 11ê Cotmeha 2026ê, li Pîrmamê pêşwazî li Balyozê Fînlendayê li Îraqê Antti Putkonen kir.
Di civînê de her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser girjî, alozî û pêşveçûnên vê dawiyê li ser astê herêmî û navdewletî li hev guhartin û tekez li ser pêdivîtiya serweriya diyalogê û awayê aşitiyane bo çareserkirina arîşeyên herêmî û cîhanî hate kirin.
Di pareka dî ya wê civînê de, behsa peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqa Federal û hevahengiya navbera wan hate kirin, herwesa ronahî berda ser nehêlana asteng û dijwariyan û çareserkirina arîşeyên Îraqê di çarçoveya destûrê de û liberçavwergirtina bingehên hevparî, hevsengî û hevdengiyê.
Gefên terorê û rolê hevpeymanan di cenga dijî terorîstan de du tewerên dî yên wê civînê bûn. Serok Barzanî spasiya rolê Fînlendayê û welatên hevpeyman di alîkarîkirina Îraq û Herêma Kurdistanê û şikandina terorîstên DAÎŞê de kir.
Balyozê Fînlendayê li Îraqê jî amaje bi rolê serekî û bibandor ê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di cenga terorê de da û tekez jî kir ku li cem welatê wî hebûna Herêma Kurdistanê ya bihêz bo bihêzrtirbûna Îraqê di dabînkirina aramî û vejandinê de alîkar e.