PDK û Hevpeymaniya Xedematê hevpariya niştîmanî û peywendiyên dualî tekez dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Desteya Siyasî û Berdevkê Fermî yê Hevpeymaniya Xedematê ragihand ku di civîna navbera şanda hevpeymaniya wan bi serokatiya Mihemed Sahib Deracî û şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Dr. Hoşyar Zêbarî de, gelek pirs û dosyeyên giring ên siyasî û nîştimanî hatine nîqaşkirin.
Berdevkê Fermî yê Hevpeymaniya Xedematê Husam Rûbeyî îro Yekşemê, 11ê Cotmeha 2026ê, ron kir ku di wê hevdîtinê de danûstandin li ser bihêzkirina diyalog û hevahengiya navbera hêzên siyasî û çespandina hevparîya nîştimanî li ser bingeha destûrê hate kirin.
Rûbeyî eşkere jî kir ku pirsa temamkirina pêkhateya kabîneya hikûmetê û nîqaşkirina qanûna budceya giştî di çarçoveya Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê de hatine behskirin, bi rengekî ku mafên darayî yên gelê Îraqê parast’ bin û rêkxistina karê saziyên dewletê bê misogerkirin.
Berdevkê Hevpeymaniya Xedematê herwesa ragihand ku wê civînê tekez li ser berfirehkirina asoya hevkariyên civakî û çandî kiriye, bi rêya guhartina bernameyên çandî û rêkxistina çalakiyên hevpar û bi taybetî di nav texa ciwanan de wek stûna serekî û paşeroja Îraqê tên hejmartin.
Di pareka dî ya axaftina xwe de, Rûbeyî pêdagirî li ser pêdivîtiya zêdekirina serdanên dualî yên navbera parêzgehên Herêma Kurdistanê û parêzgehên naverast û başûrê Îraqê kir, bi merema xurtkirina tebayiya nîştimanî û xurtkirina peywendiyên civakî.
Navbirî herwesa tekez jî kir ku divê çanda hevfêmkirin û diyalogê bê zalkirin û duberekiyên siyasî ji peywendiyên navbera pêkhateyan bên dûrxistin, ew jî li ser bingeha wekheviyê di mafê welatîbûnê û mafên nîştimanî de.