Balafirxaneya Şah Xalid li Siûdiyê dîsa hat armanckirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Desthilatdarên Siûdiyê ragihand ku bo roja duyê li ser hev Balafirxaneya Navdewletî ya Şah Xalid li bajarê Riyadê rûbirûyî êrîşeke nû bûye û ji ber ketina mûşekekê li hola geştyaran a hejmar 4, çend kes birîndar bûn.

Desthilatdarên Siûdiyê îro Yekşemê, 11ê Cotmeha 2026ê, eşkere kir ku Balafirxaneya Navdewletî ya Şah Xalid li bajarê Riyadê careke dî ketiye ber êrşeka nû ji aliyê rêya mûşekeka çavkaniya wê nadyar ve, ku ji ber wê hejmareka welatiyan birîndar bû; ev êrîş jî tenê rojekê piştî wê êrîşê tê ya ku bûbû sedema mirina 12 kesan û birîndarbûna 309 kesên dî.

Li gorî zanyarên fermî, wq mûşek bi hola geştyaran a hejmara 4 a nav balafirxaneyê ketiye, herwesa sîstema berevaniya asmênî ya Siûdiyê jî kariye mûşekeke "Kruuz" li derdora wê balafirxaneyê bişkîne.

Aliyên peywendîdar amaje bi wê yekê jî kiriye ku ji ber wê êrîşê agir berbûye cihê wê bûyerê û tîmên rizgarkirinê yekser gehiştine cihê rûdanê, daku wê rewşê kontrol bikin.

Ji aliyekî dî ve jî, Desteya Giştî ya Balafirvaniya Sivîl a Siûdiyê di daxuyaniyekê de ragihand: “Balafirxaneya Şah Xalid îro careke dî rûbirûyî êrîşeke nû bûye, ku hejmareka welatiyan tê de birîndar bûye.”

Desteya navbirî eşkere kir ku bi hevahengiya ligel dezgehên peywendîdar, ew niha mijûlî helsengandina qebareya ziraran û piştrastbûna ji selametiya tevahiya pişk û holên balafirxaneyê ne.

Herwesa ajansa Frans Pressê jî ji çend çavkaniyan belav kiriye ku piştî nîvroya îro dengê sê teqînên mezin li bajarê Riyadê hatine bihîstin, ku ev yek dirêjkirina wan bargiraniyên ewlehiyê ye ku duhî roja Şemiyê jî bi eynî awayî balafirxaneya paytext kiribû armanc.