Îran û Siûdiye rewşa navçeyê û aloziyên ewlehiyê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdiyê Feysel bin Ferhan û Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Ebbas Araqçî, di peywendiyeke telefonî de pêşhatên herî dawî yên Rojhilata Navîn û hewlên ji bo aramkirina rewşa navçeyê nirxandin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Erebistana Siûdiyê, Feysel bin Ferhan roja 11ê Cotmehê, peywendiyeke telefonî ji hevtayê xwe yê îranî wergirtiye. Di hevdîtinê de her du aliyan pirsgirêk û astengiyên ewlehiyê yên dawî yên li herêmê gotûbêj kirine.

Daxuyaniyê da zanîn ku her du wezîran tekezî li ser hewlên ji bo çareserkirina krîzan û rawestandina aloziyan di çarçoveya berdewamiya pêwendiyên siyasî û dîplomatîk de kirine, da ku herêm ji rageşî û pevçûnên zêdetir were dûrxistin.

Ji aliyê din ve, Wezareta Derve ya Îranê ragihand ku Ebbas Araqçî amadebûna welatê xwe ji bo hevkariyê di warê destpêkirina danûstandinan de di navbera Erebistana Siûdî û Yemenê de aniye ziman. Wezîrê Derve yê Îranê nîgeraniya xwe ya kûr li hember zêdebûna girjiyê li herêmê nîşan daye û tekez kiriye ku qeyranên Rojhilata Navîn bi tu awayî bi rêyên leşkerî nayên çareserkirin.

Ev peywendiya telefonî piştî wê yekê pêk tê, di navbera du rojên borî de, çekdarên Hûsî bi rêya çend mûşekan Firokxaneya Navdewletî ya Şah Xalid li Riyadê kiribûn armanc; di encama wan êrîşan de 12 kesan canê xwe ji dest dabû û 309 kesên din jî birîndar bûbûn.