Hizbullaha Iraqê li dijî Siûdiyê piştgiriya Hûsiyan dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Berxwedana Îslamî ya Iraqê bi rêya grûpa Ketayîb Hizbullahê, piştgiriya xwe ji bo êrîşên leşkerî yên Hûsiyên Yemenê yên li ser xaka Erebistana Siûdiyê tekez kir û di heman demê de sê daxwazên sereke arasteyî desthilatdarên Riyadê kirin.

Ketayîb Hizbullah di daxuyaniyekê de, pîrozbahî li serkirdayetî û gelê Yemenê kir, piştî ku mûşekên Hûsiyan cara duyem êrîşeke berfireh bir ser Firokxaneya Navdewletî ya Şah Xalid li Riyadê. Li gorî amarên destpêkê, di encama vê êrîşê de hejmarek welatiyên sivîl û biyanî hatine kuştin û 350 kesên din jî birîndar bûne. Grûpa navborî ev êrîş wekî “bersivek li hember dorpêça Siûdiyê ya bi piştgiriya Amerîka û Îsraîlê” binav kir.

Di daxuyaniyê de Ketayîb Hizbullah sê daxwaz kirin: Şazadeyê Cînişîn Mihemed bin Selman û alîgirên wî bi fermî şikesta xwe qebûl bikin, herwiha divê demildest dawî li dorpêça li ser gelê Yemenê bê anîn. Di heman demê de banga berdewamkirina operasyonan li Hûsiyan kir heta ku serkeftina tam bi dest dikeve.

Herwiha di daxuyaniyê de tekezî li ser piştevaniya eniya berxwedanê û ya xelkê Iraqê ji bo Yemenê hate kirin û hate diyarkirin ku ew dengên li hundirê Iraqê li dijî van helwestan derdikevin, nûnertiya raya giştî ya Iraqê nakin û tenê nêrînên kesane ne.

Ev peyam di demekê de tên belavkirin ku biryar e roja Çarşema bê Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî bi serdaneke fermî bigihîje Erebistana Siûdiyê.

Serdana serokwezîr bo Riyadê beriya niha jî du caran ji ber êrîşên Berxwedana Îslamî ya Iraqê yên li ser xaka Siûdiyê hatibû paşxistin.