Cîgirê Serokê MHPê: Heta dawiya Mijdarê dê encama pêvajoyê diyar bibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Fetî Yildiz da zanîn ku heta dawiya meha Mijdarê, dê encamek derkeve holê û nêzîkî 2 hezar û 800 kes dê ji yasaya nû sûd wergirin.
Nivîskarê rojnameya Sabahê Yavuz Donat, naveroka hevdîtinên xwe yên ligel berpirsên payebilind ên AK Partî û MHPê yên derbarê pêvajoyê de aşkere kir.
Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Fetî Yildiz got: “Heta dawiya Mijdarê dê encam were bidestxistin. Piştre jî ji bo tawanbarên terorê yên di girtîgehan de ne, qonaxa karûbaran dest pê dike. Nêzîkî 2 hezar û 800 kes dê ji vê yasayê sûd wergirin. Lê bila her kes vê yekê baş zanibe; kadroya damezrîner a rêxistinê ku hejmara wan nêzîkî 230 kesî ye, dê ji vê yasayê sûd wernegirin.”
Yildiz her wiha bal kişand ser dengdana li Parlamentoyê û got: “Qebûlkirina yasaya pêvajoyê bi 467 dengên erê li Meclisê, bûyereke gelekî girîng e û nîşaneya biryardariya îradeya neteweyî ye. Çar xalên yekem ên destûra me nayên guhertin, heta pêşniyara guhertina wan jî nayê kirin. Her kes divê zanibe ku pirsgirêka terorê ya bi salan e Tirkiyeyê aciz dike, senaryoya emperyalîzmê û lîstika li dijî yekitiya me ye.”
Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Huseyîn Yayman diyar kir ku ev pêvajo polîtîkayeke hevpar a dewlet û milet e û got: “Ev kar ne bi axaftinê, lê bi bêdengiyê tên kirin. Xetên me yên sor hene. Divê çek di zûtirîn dem de werin danîn û şikeft demildest werin valakirin. Qebûlkirina yasaya çarçoveyê li Meclisê bi 467 dengan, garantiya vê pêvajoyê ye.”
Yayman di dewama axaftina xwe de bal kişand ser berpirsiyariya hemû aliyan û anî ziman: “Piştî dengdana Meclisê, êdî ti kes nikare bibêje 'ez di vê pêvajoyê de nînim'. Erkê dikeve ser milê me hemûyan ew e ku em vê pirsgirêkê çareser bikin û berê xwe bidin pêşerojê.”