Êrîş li otombêla Berpirsê Polîsê Daristanê yê Xaneqînê hate kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li qezaya Kelarê ya ser bi Îdareya Germiyanê ve, ji aliyê kesekî nenas ve gule li otombêla Berpirsê Binkeya Polîsê Daristanê ya Xaneqînê Hawrê Celal hatin reşandin.

Berpirsê Binkeya Polîsê Daristanê ya Xaneqînê derbarê hûrgiliyên bûyerê de ji Kurdistan24ê re ragihand: “Berbanga 12ê Cotmehê, piştî vegera ji erkê fermî, min otombêla xwe li ber deriyê malê rawestand û derbasî hundir bûm. Piştre kesek bi motorsîkletekê hat û nêzîkî 30 guleyan li otombêlê reşand.”

Celal da zanîn, otombêla bûye armanc a Wezareta Navxwe ye û got ku wî giliya fermî tomar kiriye, lê belê guman ji kesekî taybet nîne.

Ji aliyê din ve, jîderekî agahdar ji Rêveberiya Polîsê Germiyanê ji Kurdistan24ê re ragihand, dosyaya lêkolînê ji bo bûyerê hatiye vekirin û hêzên ewlehiyê dest bi vekolînê kirine.

Heman jêderî diyar kir ku dîmenên kamerayên çavdêriyê yên li qada bûyerê hatine komkirin û tometbar di kamerayan de diyar bûye; her gava ku were girtin jî dê radestî dadgehê bê kirin.