Mesrûr Barzanî: Pêwîst e rêz li qewareya destûrî û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bê girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 12ê Cotmehê pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Avakirin û Geşepêdanê û Serokwezîrê Berê yê Federal Mihemed Şiya Sûdanî kir.
Li gorî daxuyaniya civînê, di hevdîtinê de guhertin û pêşhatên herî dawî yên rewşa giştî ya Iraq û herêmê, ligel peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hatin nirxandin.
Her du alî hevnêrîn bûn li ser giringiya pêşxistina hevahengî û hevkariya navbera aliyên siyasî yên Iraqê ji bo piştgirîkirina hikûmeta federal, bi mebesta zêdekirina dahata giştî, rûbirûbûna astengiyan û xizmetkirina hemû welatî û pêkhateyan bêyî cudahî.
Di tewerekî din ê gotûbêjan de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser pêwîstiya rêzgirtina li qewareya destûrî û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê kir.
Mesrûr Barzanî herwiha bal kişand ser diyarkirina pişka Herêma Kurdistanê di budceya giştî ya federal a sala 2027an de û da zanîn ku divê ev pişk bi awayekî dadperwerane be, li gorî rêjeya ji sedî 14ê ya hejmara rûniştvanên Herêmê ku encama pejirandî ya dawîn serjimêriya giştî ya sala 2024an e.