Sebah Numan: Heta şeş mehên din sîstema bergiriya asmanî li hemû navçeyan tê bicihkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Sebah Numan ragihand, ji bo dabînkirina sîstema bergiriya asmanî gavên pratîkî hatine avêtin û bi kompanyayên peywendîdar re rêkeftin hatiye kirin. Numan da zanîn ku di nav kêmtirî şeş mehan de yekem sîstem dê bigihîje Iraqê.
Sebah Numan di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistan24ê re aşkere kir, peymanên kirîna sîstemên parastina asmanî hatine temamkirin û got: “Di nav kêmtirî şeş mehan de, yekem sîstema bergiriya asmanî dê bigihîje Iraqê û li hemû navçeyan were bicihkirin. Ev sîstem ji radar, çekên bersivdanê û firokeyan pêk tên, ku armanc jê parastina serweriya asmanî ya Iraqê ye.»
Derbarê hevkariya leşkerî ya di navbera Bexda û Hewlêrê de, Numan tekez kir ku Hêzên Pêşmerge beşek in ji pergala berevaniyê ya Iraqê û got: “Hevahengiyeke di asteke bilind de di navbera me de heye; bi taybetî di warê parvekirina zanyariyên hewalgiriyê, lidarxistina civînên hevpar û serdanên berdewam de.”
Berdevkê serbazî amaje bi wê yekê kir jî, li navçeyên cihê girîngiya hevpar, hêzên hevbeş ên ji Kurd, Ereb û hemû pêkhateyên din hatine bicihkirin, da ku hemû gefên terorê ji holê rakin û valahiyên ewlehiyê tije bikin.
Li ser rewşa ewlehiyê ya welêt, Sebah Numan da xuyakirin ku rewş bi giştî aram û seqamgîr e, yekeyên serbazî li ser sînoran û deverên berpirsiyariyê bi hevahengiyeke xurt erkên xwe pêk tînin û welatî jî hevkariyê bi hêzên ewlehiyê re dikin.
Di dawiya axaftina xwe de, Numan bal kişand ser girîngiya aramiyê bo aboriya welêt û tekez kir ku siyaseta aborî ya hikûmetê di rewşeke aramtir de bihêztir dibe, ev yek jî dibe zemînek guncaw ku veberhêner û şîrketên biyanî bên Iraqê û sermayeguzariyê bikin.