Li Sineyê pêşangeheke hevbeş a şêwekarî û xweşnivîsiyê hat vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Nîgargeha Telarê Huner ê bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê, bi beşdariya heşt hunermendan pêşangeheke hunerî ya taybet hat vekirin, tê de her du hunerên nîgarkêşî û xweşnivîsiyê bi hev re hatine honandin.
Di vê şêwaza hunerî de ku wekî “xetnîgar” tê naskirin, piranî helbestên klasîk û nûjen ên kurdî û farisî bi xetên ciwan ên wekî nestelîq, nesix û sulus li gel reng û tabloyên şêwekariyê hatine têkelkirin.
Ev pêşangeh sêyemîn pêşangeha vê komê ye û bi serpereştiya hunermend û mamostayê zanîngehê Faiq Xalîdî hatiye lidarxistin. Di pêşangehê de 33 tabloyên hunerî yên Xalîdî û 7 hunerxwazên wî hatine pêşandan, ku pênc ji wan hunermendên jin in.
Derbarê armanca vê çalakiyê de, hunermend û mamostayê zanîngehê Faiq Xalîdî got: "Armanca me ji vê pêşangehê ew bû ku ji bo van hunerxwazan bibe derfetek da ku berhemên xwe nîşan bidin; ne tenê wekî pêşandanek be, belkî ji bo ku ew raman û peyamên di nava tabloyên wan de hene, bi bîner û mêvanan re parve bikin û li ser berhemên xwe bikevine nava guftûgo û diyalogê."
Ji aliyê xwe ve hunermend Leyla Nûredîn amaje bi taybetmendiya vê şêwazê kir û got: "Tabloyên xetnîgarê têkeliya xet, nexş û rengan e. Bi awayên cuda, bi xet û şêwazên cihêreng kar li ser hatiye kirin. Xetnîgar hem aliyê wê yê hunerî heye û hem jî aliyê wê yê xemilandinê heye. Bi rastî ev hunerekî cuda ye û çend sal in li parêzgeha me zêdetir tê naskirin û pêşandan."
Li gorî zanyariyan, deriyê pêşangehê dê rojane ji saet 16:00 heta 19:00an li pêşiya hezkiriyên hunerê vekirî be û ev çalakî dê heta pênc rojan berdewam bike.