Berhemanîn li zeviyên petrolê yên Kerkûkê tê zêdekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Kompaniya BPyê ya Brîtanyayî amadekariyan dike ku astê berhemanîna petrolê li zeviyên petrolê yên Kerkûkê gelek bilind bike û li gorî plansaziyê, astê berhemanîna rojane bigehîne zêdetirî yek milyon û 500 hezar bermîlan.

çavkaniyekê ji Kompaniya Petrola Bakur ku nexwest navê wî bê eşkerekirin îro În, 16ê Cotmeha 2026ê, ji Kurdistan24ê re ragihand ku li gorî wê peymana demdirêj a ku kompaniya BPyê ligel hikûmeta Îraqê îmza kiriye — ku dema wê 25 sal in û buhayê wê 25 milyar dolar e — plan dike daku di qonaxa yekê de astê berhemanînê bo 450 hezar bermîlên rojane bê bilindkirin.

Wê çavkaniyê eşkere jî kir ku armanca vê projeyê bilindkirina berhemê petrolê ye di her çar zeviyên petrolê yên deverê de (Kerkûk, Bay Hesen, Zembûr û Xebaze), daku di dema peymanê de astê berhemanînê bi çend qonaxan bigehe 1.5 milyon bermîlên rojane. Ev jî dê bi çend qonaxan be.

Li gorî plana pênc-qonaxî:

- Di destpêkê de berhem bo 450 hezar bermîlan tê bilindkirin.
- Paşê bo 900 hezar bermîlan.
- Di paşeroja demdirêj de bo 1 milyon û 250 hezar bermîlan.
- Di dawiyê de jî digehe 1.5 milyon bermîlên petrolê yên rojane.
Ji aliyê karên teknîkî û nûjenkirinê ve, wê çavkaniyê da xuyakirin ku niha wê kompaniyê desteyek pêk aniye û ligel hejmareke kompaniyên navxweyî yên Îraqê di kar de ye bi merema nûjenkirina wan xetên ku ji bîran bo westgehan diçin, ji ber ku ew xet gelek kevn in û pêdivîtiya wan bi nûjenkirinê heye. 

Di qonaxên paştir de, boriyên nû dê ji wan zeviyên ku hatine kolan bên kişandin û dê bi westgehan ve bên girêdan, paşî ew westgeh dê bên pêşxistin ku piraniya wan di salên 1970an de hatine avakirin û kevn bûne. Niha kar li ser van qonaxan hatiye destpêkirin.

Niha li zeviyên petrolê yên Kerkûkê rojane nêzîkî 300 hezar bermîlên petrolê tên berhemanîn, ku 180 hezar bermîl bi rêya boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê bo derve tên hinardekirin û para din jî bo pêdiviyên navxweyî tê bikaranîn.