Parka Dostaniyê ya di navbera Zaxo û Moorheadê de li eyaleta Minnesotayê hat vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Şaredariya bajarê Moorheadê yê li eyaleta Minnesotayê ya Amerîkayê, wek rêzgirtinekê li pêwendiyên dostane yên bi Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê re, navê parka "Johnson Farms" bi awayekî fermî guhert bo "Parka Dostaniyê".
Şaredariya Moorheadê duh 16ê Cotmeha 2026an di daxuyaniyekê de ragihand, wan bi armanca rêzgirtina li peywendiyên dostane û çandî yên bi Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ya Herêma Kurdistanê re, navê parka "Johnson Farms" guhertiye û kiriye "Parka Dostaniyê" (Friendship Park).
Di çarçoveya vê biryarê de, bi amadebûna rayedarên şaredariyê, kesayetiyên diyar û hejmareke berbiçav ji xelkê bajarê Moorheadê, di merasîmeke fermî de perde li ser navê nû yê parkê hat rakirin. Ev gav wekî nîşaneya bihêzkirina pirên çandî û mirovî yên di navbera her du aliyan de hat pênasekirin.
Ev pêngava Şaredariya Moorheadê di çarçoveya bicihanîna wê yadaştnameya hevtêgihîştinê (MoU) de tê ku di meha tîrmeha borî de di navbera bajarê Moorhead û Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê de hatibû îmzekirin.
Têkildarî vê gavê, Serperiştiyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo diyar kir, ev rêkeftin li ser bingeha dostaniyê hatiye avakirin û hevkariyên di warên girîng ên mîna çandinî, xwendin/perwerde û çalakiyên çandî de di navbera her du herêman de li xwe digire.