Pêngava xwebexşan a paqijkirina jîngehê li Çiyayê Awiyerê berfireh dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê, komek ji welatiyên xwebexş her hefte li Çiyayê Awiyerê kom dibin û pêngaveke berfireh a paqijkirina jîngehê birêve dibin; pêngavek ku ji aliyekî ve xizmeta xwezayê ye û ji aliyê din ve wefayek e ji bo şehîdên jîngehparêz.

Li zozan û bilindahiyên Çiyayê Awiyerê li bajarê Sineyê, her hefte roja çarşemê hejmarek ji jin, mêr, ciwan û kalûpîran hevdîtinekê ligel sirûştê pêk tînin. Ev desteya xwebexş bi çiyayê navdar ê bajêr de hildikişin, da ku bermahiyên xelkê û çopên li pey geştiyaran mane berhev bikin û birînên jîngeha xwe derman bikin.

Ev karwanê xwebexş beriya zêdetirî salekê tenê bi 6 kesan dest pê kiribû, lê îro veguheriye tevgereke civakî û cemawerî ya berfireh. Destpêkirina vê xebatê jî wekî wefadariyekê li hember canfedayiya wan jîngehparêzan bû ku di rêya parastina daristan û çiyayên Kurdistanê de canê xwe feda kiribûn.

Ferşad Qewamî, pisporê xanenişîn ê tenduristiya jîngehê û damezrênerê vê destpêşxeriya xwebexş, li ser armanca vî karî dibêje: "Piştî şehîdbûna Kak Xebat, Kak Çiyako û Kak Hemîd, me biryar da ku em dest bi paqijkirina Awiyerê bikin. Xweza ne tenê ya me ye; gava em diçin nava sirûştê, em mêvan in. Divê em mêvandariyeke baş bikin û wê biparêzin. Dibe ku ew zibil û bermayiyên tên avêtin ziyana wan kêm bin, lê heke bi salan li wir bimînin, dibin sedema qirêjbûna kûr a xwezayê."

Tevgera ku bi navê parastina sirûştê lidar dikeve, hewl dide hişmendiya ekolojîk di nava xelkê bajêr de bike perçeyek ji çanda jiyana rojane.

Samyar Silêmanî, yek ji ciwanên çalakvanên jîngehparêz ên vê desteyê ye û balê dikişîne ser girîngiya piştgiriya civakê û dibêje: "Di destpêkê de em tenê şeş kes bûn dema Kak Ferşadê Qewamî ev kom damezrand. Em bi armanca afirandina çandeke nû ya jîngehparêziyê hatin û vî karî dikin. Daxwaza me ji xelkê ew e ku piştgiriya vê rêyê bikin, daku ev felsefe di nav hemû çînan de belav bibe. Awiyer sembola Sineyê ye û cihekî geştyarî yê sereke ye; erka me hemûyan e em jîngeha xwe ji her gemar û pîsatiyê biparêzin."

Vê pêngava jîngehparêziyê pişta xwe nedaye ti sazî û aliyên fermî yan şaredariyê; bi tevahî li ser hezkirin, canfedayî û dilsoziya welatiyên bajêr bi rê ve diçe. Ji bo xelkê herêmê, jîngehparêzî tenê xebateke asayî nîne, perçeyek ji nasname û berxwedana wan e, lewma beşdarên vê pêngavê bi yek dengî dirûşma xwe ya sereke bilind dikin:
"Parastina jîngehê, parastina jiyanê ye!"