Rêxistinên sivîl ên Herêma Kurdistanê tên birêxistinkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermangeha Rêxistinên Nehikûmî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo pabendkirina rêxistinan bi yasayan û piştrastbûna ji şefafiyeta kar û çalakiyên wan, dest bi cîbicîkirina rêkarên yasayî yên pêşkêşkirina rapora darayî ya salane kir.
Serokê Fermangeha Rêxistinên Nehikûmî ya Herêma Kurdistanê Felah Hesen ji Kurdistan24ê re ragihand, ew li gorî Yasaya Hejmar 1 a sala 2011ê tevdigerin û ev pêvajo di du qonaxan de tê meşandin.
Li gorî gotina Felah Hesen, di qonaxa yekem de rêxistin tên agahdarkirin ku raporên xwe yên darayî pêşkêş bikin û ji bo cîbicîkirina vê erkê, 15 roj molet ji wan re tê diyarkirin.
Felah Hesen destnîşan kir, eger rêxistin di dema diyarkirî de raporên xwe pêşkêş nekin, pêşî dê hişyariyeke 15 rojî ji bo çareserkirina kêşeyê ji wan re bê şandin. Heke dîsa jî pabend nebin, çalakiyên wan ji bo dema 30 rojan tên rawestandin.
Herwiha da zanîn jî, eger piştî vê heyamê jî rêxistin biryarên fermangehê cîbicî neke, dê rêkarên yasayî yên girantir li hemberî wan bên girtin ku yek ji wan hilweşandina qeyda fermî ya rêxistinê bi rêya dadgehê ye.
Serokê Fermangehê aşkere kir, ji bo misogerkirina rastbûn û şefafiyeta raporan, bi hevahengiya Dîwana Çavdêriya Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê vekolîn li ser raporên darayî tê kirin; bi vî awayî tê zanîn ka rapor bi awayekî durist û şefaf hatine amadekirin û pabendî bi yasayan hatiye kirin, an na.
Hesen diyar kir, armanca sereke ya vê gavê ji du xalan pêk tê: Ya yekem pabendkirina rêxistinan bi yasayê ye, ya duyem jî piştrastbûn e ku çalakiyên wan li gorî rênima û yasa tên meşandin.
Li gorî zanyariyên fermî, li Herêma Kurdistanê 5 hezar û 777 rêxistin tomarkirî ne; ji van 514 rêxistinên biyanî ne, 209 rêxistinên Iraqê ne û zêdetirî 5 hezar rêxistinan jî yên xwemalî yên Herêma Kurdistanê ne.
Fermangeha Rêxistinên Nehikûmî ji destpêka meha Tebaxa 2026an ve dest bi wergirtina raporên darayî yên salane kiriye û roja 29ê Cotmeha 2026an wekî dawîn molet ji bo radestkirina raporan hatiye diyarkirin.