Husiyên Yemenê êrîşî ser bender û bingehên leşkerî yên Siûdiyê kir

Yehya Serî
Yehya Serî

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yehya Serî ragihand ku di dema 48 seetên borî de bi hejmareke zêde ji mûşekên balîstî, krûz û dronan, şeş êrîşên leşkerî kirine ser dezgehên petrolê û bingehên leşkerî yên Siûdiyê.

Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yehya Serî îro Duşem, 19ê Cotmeha 2026ê, ragihand ku ev êrîş di çarçoveya bersivdana êrîşên hevpeymaniya Siûdiyê de ne, ku di dema 48 seetên borî de zêdetirî 200 êrîşên asmanî û mûşekî kirine ser Sanayê û parêzgehên din. Bi vî rengî jî hejmara êrîşên asmanî yên Siûdiyê ji destpêka van aloziyan ve gihiştiye zêdetirî du hezar û 700 êrîşan.

Li gorî gotina Yehya Serî, ew êrîş di şeş operasyonan de hatine kirin û armancên wan ev bûn:

Operasyona yekê: Di du qonaxan de Kompaniya Petrolê ya "Aramko"yê li bajarê Yenbeyê hate armanckirin û agirekê mezin berbûb wî cihî.
Operasyona duyê: Zeviya Petrolê ya "Şeybe"yê hate armanckirin û rasterast hate hingaftin.
Operasyona sêyê: Di sê qonaxan de Balafirxaneya Navdewletî ya "Melik Xalid"ê li Riyada paytexta Siûdiyê hate armanckirin.
Operasyona çarê: Di sê qonaxan de Balafirxaneya Navdewletî ya Ebha, Bingeha Asmanî ya "Xemîs Muşeyt"ê û çend westgehên radarê li çiyayên "Hesen" û "Rehme"yê hatin armanckirin, ku bi gotina wî bû sedema rawestandina geştên asmanî li wê balafirxaneyê û zirar gihandibû wê bingeha asmanî.
Operasyona pêncê: Êrîşkirina li ser serbazgeha "Hêza Erkê Deryayî yê Siûdiyê" bû, û bangeşeya wê yekê dike ku kuştî û birîndar di nav rêzên hêzên Siûdiyê de hebûn.
Operasyona şeşê: Westgeheka radarê ya Siûdiyê li devera "Biir Esker"ê hat hingaftin.
Di dawiya wê daxuyaniyê de, Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan tekez kir ku ew dê li ser êrîşên xwe bo ser kûrahiya axa Siûdiyê û sepandina hevkêşeya dorpêç li hember dorpêçê berdewam bin, heta wê demê ku êrîş û dorpêçên li ser Yemenê bi dawî bibin.