Mesrûr Barzanî pêşwazî li Berpirsê Nû yê Yekîtiya Ewropayê li Hewlêrê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 20ê Cotmeha 2026an, pêşwazî li Berpirsê Nû yê Ofîsa Pêwendiyên Yekîtiya Ewropayê li Hewlêrê Stefan Wendt kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê lê kir, di erkê wî de serkeftin jê re xwest û piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jê re nîşan da.

Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Yekîtiya Ewropayê li Hewlêrê jî tekezî li ser girîngiya bihêzkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê bi Yekîtiya Ewropayê re kir.

Çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên di sektorên cuda de û rewşa giştî ya Iraq û navçeyê jî beşeke din a guftûgoyan bûn.