Mesrûr Barzanî: Rejîma berê xwezaya me wêran kir, parastina jîngehê erkê me yê hevpar e
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 20ê Cotmeha 2026an di merasîma ragihandina projeya Firecuriya Biyolojîk li Kurdistanê de gotarekê pêşkêş kir û behsa çend pirsên girîng ên navxweyî û herêmî kir.
Beşek ji axaftina Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
Îro em projeyeke pir girîng, bêhempa û taybet radigihînin ku ew jî firecuriya biyolojîk a li Kurdistanê ye; ev destpêşxeriyeke din a girîng a saziya Kurdistan Foundationê ye ji bo tomarkirin û danasîna ajal, riwek û deverên girîng ên Herêma Kurdistanê, herwiha destnîşankirina cureyên riwek û ajalan û piştre jî lêkolîn û parastina wan e.
Ev destpêşxerî gaveke gelekî girîng e ber bi zêdetir danasîna pêkhateyên cuda yên xwezaya rengîn û dewlemend a Kurdistanê ji bo cîhanê. Ji ber vê yekê, ez destxweşiyê li rêveber, serperiştiyar, şêwirmend û tevahiya xebatkarên vê projeya girîng dikim, hêviya serkeftin û berdewamiyê ji wan re dixwazim û hemû piştevaniya xwe û ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji wan re tekez dikim.
Gelî birêzan, Xwedayê mezin xwezayeke ciwan, dilrevîn û xemilandî daye Kurdistanê. Lê mixabin ji ber şer û êrişên dijminên Kurdistanê, ev xwezaya ciwan a Kurdistanê di sed salên borî de rûbirûyî wêranî, xirakirin û têkdariyeke zêde bûye. Bi taybetî di serdema rejîma berê ya Iraqê de, bi hezaran gund û gundikên Kurdistanê hatin şewitandin û wêrankirin. Çiya, kanî, havîngeh û herêmên geştyarî yên Kurdistanê hatin teqandin; ajal, zindewer û daristanên wê hatin jinavbirin û çekên kîmyewî û qedexekirî li dijî xwezaya bedew a Kurdistanê hatin bikaranîn.
Her çiqas piştî Raperîna birûmet a Adara 1991ê beşeke mezin a gund û gundikên Kurdistanê hatibin avedankirin û li gorî şiyanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê destê xizmetguzariyê gihîştibe wan jî, lê belê dîsa jî pêdiviya wan bi xizmetguzariyên zêdetir, parastin û pêşxistinê heye.
Bêguman parastina xweza û jîngehparêzî tenê ne erkê hikûmetê ye; belkî divê tak bi takê xelkê Kurdistanê kar ji bo parastina jîngehê bike, ji ber ku milkê giştî yê me hemûyan e. Jîngehparêzî jî ne tenê paqijragirtina jîngehê e, belkî parastina dar û beran, av, daristan û ajalan e jî. Hêvîdar im ku em hemû pabendî çanda parastin û pêşxistina jîngehê bibin, rêzê li jîngeha xwe bigirin û wekî mala xwe biparêzin.
Di vê çarçoveyê de, ev proje jî dê bibe destpêşxeriyeke girîng ber bi zêdetir parastin û danasîna jîngeh û xwezaya Kurdistanê bi awayekî hemdem û zanistî, û dê bibe navend û platformeke pêbawer derbarê cihêrengiya biyolojîk a li Herêma Kurdistanê de; ku mebest jê parastina demdirêj a jiyana kûvî û zindewerên xwezayî yên Kurdistanê ye. Bi taybetî jî em niha di serdema guherîna keşûhewayê de dijîn ku pirsgirêk, astengî û aloziyeke mezin rûbirûyî navçeya me û tevahiya cîhanê kiriye û pêwîst e em bi her awayî xwe ji bo rûbirûbûna wan astengiyan amade bikin.
Li vir bi pêwîst dizanim daxwazê ji hevnîştimaniyên Kurdistanê bikim ku bi zanyarî, têbînî, pêşniyar, wêne û belgeyên xwe yên xwezayî, alîkariya vê destpêşxeriyê bikin û bibin parçeyek ji danasîn û belgekirina jiyana biyolojîk a li Kurdistanê û parastina xwezaya wê.
Di vê projeya niştimanî de, daneyên lêkolîneran, jêderên zanistî û wêne bi rêya malpera biodiversity.krd û nexşeyeke zindî ya zîrek tên pêşkêşkirin, da ku bibe çavkaniyeke hevpar ji bo lêkolîner, sazî û dezgehên akademîk, perwerde, hişyarkerî û plansaziyê; ku tê de jêder û xwediyên wêneyan tên nîşandan û kêmasî jî bi awayekî zelal têne diyarkirin.
Wekî gaveke zanistî ji bo têgihîştina ji dewlemendiya xwezayî ya Herêma Kurdistanê, ev projeya taybet hatiye cîbicîkirin, ku tê de hejmara giştî ya wan cureyên heta niha hatine tomarkirin gihîştiye 2 hezar û 266 cureyan; ku ji 858 cureyên ajalan û 1 hezar û 408 cureyên riwekan pêk tên. Ji bo encamdana vî karê mezin ê niûtimanî û destnîşankirina cureyan, tîmeke pispor a ji warên cuda xebitiye ku ji van kesan pêk tê: heşt endamên tîma Yekeya Keşûhewayê, heşt lêkolîner, çar wênegir û du nivîskar tevî şêwirmendê taybet ê projeyê.
Tiştê ku min amaje pê kir, li vir zêdetir giringî bi Herêma Kurdistana Iraqê hatiye dayîn û piraniya wan cureyên hatine tomarkirin ên parêzgehên Herêma Kurdistanê û sînorê îdareyên serbixwe yên Herêma Kurdistana Iraqê ne; lê dûrî siyasetê, her dereke ku xaka Kurdistanê be, ez hêvîdar im hûn giringiyê pê bidin û ew ajal û riwekên ku li her bosteke ji xaka Kurdistanê hebin, ew jî werin tomarkirin. Çi li Herêma Kurdistanê be, çi jî li derveyî Herêma Kurdistanê li welatên derdorê be. Li her cihekê ku xaka Kurdistanê be, hêvîdar im hûn giringiyê pê bidin û ew zanyarî û ew dane werin komkirin. Ev yek dê bibe sedem ku ji aliyê zanistî ve bêtir zanyarî û daneyên zêdetir werin berçavkirin û giringî bi wê serweta xwezayî ya giring bê dayîn ku bo me hemûyan giring e.
Erkekî din, ne tenê tomarkirin e, belkî parastina van ajalan û van riwekan e. Parastina wan jî erkê me hemûyan e; erkê hikûmetê ye, ya tak bi takê welatiyan e, û ya her kesekî ye ku jîngedost e û rêzê li jîngeh û xwezayê digire.
Ez careke din destxweşiyê li xebatkar û tevahiya tîma vê projeya giring dikim û hêviya serkeftinê ji we re dixwazim. Kurdistana me ava be û hêvîdar im em hemû bibin parçeyek ji projeya parastina xwezaya rengîn a Kurdistanê. Destên we sax bin.