Pêşangeha hevpar a "Tiliyên Zêrîn ên Rojhilat" li Silêmaniyê hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Pêşangeha hevpar a şêwekariyê ya "Tiliyên Zêrîn ên Rojhilat" bi tevlîbûna 36 hunermendên şêwekar li hola Muzyexaneya Nîştimanî ya Emna Sor li Silêmaniyê hat vekirin û du rojan berdewam bû.

Hunermendê şêwekar ê pişkdarê pêşangehê Salar Baqî îro Sêşem, 20ê Cotmeha 2026ê, ji Kurdistan24ê re ragihand ku vekirina vê pêşangehê ji aliyê manevî ve nirxeke mezin heye, ji ber ku ne tenê derfetek e bo nîşandana şiyanên afirînerane yên hunermendan, belku pêkanîna peyameke mirovî û cîhanî ye ku ji sînorên cografî û zimanan derbaz dibe; ji ber ku huner wekî zimanê gel û neteweyên cîhanê tê nasîn û peyama aştî, ciwanî û hevpariya mirovî digehîne.

Salar Baqî di derheqa vekirina vê pêşangehê de got ku rêkxistina vê çalakiyê piştevaniyeka mezin e bo berdewamî û pêşveçûna li ser rêçika karê hunerî û berdewamkirina behreya hunermendan, ev yek jî westiyana herdemî ya hunermendên vî warî bi cih tîne, bi wê yekê ku nirx û behaya karên wan di pêşangeheke bi vî rengî de bilind tê nirxandin.

Di derheqa girîngiya taybetmendiya pêşangehê de jî, Salar Baqî diyar kir ku pirrengî û dewlemendiyeke zêde di awa û teknîkan de berçav dibe. Tablo têkeleyek in ji nîşandanên rengîn, tabloyên xwezayî, formên hevçerx û klasîk ku her yek ji wan enerjiya taybet a derûnî û fikrî bo temaşevanan vediguhêze.

Wî şêwekarî amaje bi wê yekê jî da ku di wê pêşangehê de karên peykersaziyê jî hatine nîşandan, ew hol di navbera tabloyên reng reng û peykersaziyê de tijî jiyan û ciwanî bûye û jîngeheke çandî û pêşketî hatiye çêkirin ku temaşevan dikarin bibin parek ji cîhana fikir û hestên hunermendan û xweşiyê ji vê pêşangeha hevpar a mezin werbigirin.