Mesrûr Barzanî: Parastina pirrengiya biyolojîk a Kurdistanê erkê me tevan e
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku projeya "Pirrengiya Biyolojîk a Kurdistanê" canewer û şînkatiyên cuda cuda tomar dike û dibe piştgirekî mezin bo lêkolîna zanistî û bizavên parastina jîngehê, şînkatî û canewerên Kurdistanê.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşem, 20ê Cotmeha 2026ê, di merasîmekê de projeya "Pirrengiya Biyolojîk li Kurdistanê" ragihand.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê her îro li ser tora civakî ya Xê nivîsî ku projeya Pirrengiya Biyolojîk a Kurdistanê destpêşxeriyeka girîng a Dezgeha “Kurdistan Foundation”ê ye, ji bo parastina sermayeya xwezayî bo nifşên paşerojê.
Mesrûr Barzanî da zanîn jî ku ev proje canewer û şînkatiyên cuda cuda tomar dike û dibe piştevaniyeke mezin bo lêkolînên zanistî, qanûn û bizavên parastina jîngeh, şînkatî û canewerên Kurdistanê. Tekez jî kir ku parastina Pirrengiya Biyolojîk a welatê me erkek e li ser milên me hemî aliyan.
پڕۆژەی فرەچەشنیی زیندەیی کوردستان، دەستپێشخەرییەکی گرنگی دامەزراوەی کوردستان فاوندەیشنە بۆ پاراستنی سەرمایەی سروشتیمان بۆ نەوەکانی داهاتوو.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) October 20, 2026
پڕۆژەکە ئاژەڵ و ڕووەکی جۆراوجۆر تۆمار دەکات و پاڵپشتییەکی گەورە دەبێت بۆ توێژینەوەی زانستی و ڕێسا و هەوڵەکانی پاراستنی ژینگە و ڕووەک و…