Mesrûr Barzanî û Wezîrê Rewşenbîriyê yê Libnanê tekezî li ser pêşxistina peywendiyan dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 21ê Cotmeha 2026an, pêşwazî li Wezîrê Rewşenbîriyê yê Libnanê Xessan Selamê kir.

Li gorî daxuyaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de gotûbêj li ser rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê hatin kirin û tekezî li ser giringiya pêşxistina peywendiyên Herêma kurdistanê û Libnanê, bi taybet di warê rewşenbîrî de, hate kirin.