Ehmed Şera û Barrack rewşa Sûriye û ewlehiya deverê nîqaş kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Sûriyeyê li Koçka Gel li Şama paytext pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Sûriye û Îraqê kir, û di wê civînê de pêşveçûnên Sûriye û Rojhilata Navîn hatine nîqaşkirin.

Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera îro Çarşem, 21ê Cotmeha 2026ê, li Koçka Gel li Şama paytext pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Sûriye û Îraqê Tom Barrack kir.

Li gorî ragihandineke Serokatiya Sûriyeyê, di wê civînê de behsa çend dosyeyên bo her du aliyan girîng û rêyên xurtkirina hevahengiya di navbera her du welatan de hatiye kirin, bi rengekê ku di xizmeta berjewendiyên her du aliyan û aramiya herêmî de be, bêyî ku zêdetir hûrgilî li ser hevfêmkirinên kiryarkî an bernameya demkî ya şopandina dosyeyan bên eşkerekirin.

Ev civîn di demekê de ye ku Sûriye rûbirûyî rewşeke hestiyar a siyasî, ewlehî û aborî bûye. Çavkaniyên dîplomatîk ragihandiye ku danûstandinên di navbera Waşinton û Şamê de bi rengekê berfireh li ser pirsa qonaxa veguhêz li Sûriyeyê, rêkxistinên ewlehiyê û normalkirina peywendiyên navdewletî berdewam in.

Civîna Şamê piştî civîneke pêştir a di navbera Tom Barrack û Wezîrê Derve yê Sûriyeyê de li Stenbolê tê. Tom Barrack pêştir jî li roja Sêşemê di çarçoveya tevlîbûna xwe ya di Foruma Ewlehiya Cîhanî de li Dewheya paytexta Qeterê pesna awayê birêvebirina qonaxa veguhêz ji aliyê Ehmed Şera ve kiribû û daxwaza rawestandina êrîş û operasyonên leşkerî yên Îsraîlê di nav axa Sûriyeyê de kiribû.

Çavdêr li wê bawerê ne ku berdewamiya van civînan nîşana hêlana kanalên dîplomatîk û siyasî ye di navbera Şam û Waşintonê de, di qonaxekê de ku îdareya Amerîkayê bizavê dike hevsengiyan ligel desthilata nû ya Sûriyeyê rêk bixe û rêyê li aloziyên ewlehiyê li deverê bigire.