Berzincî: Sektora tenduristiyê ketiye serdemeke zêrîn û me pirsgirêka kêmbûna dermanan çareser kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ragihand, sektora tenduristiyê, bi taybetî di warê neştergerî û çareserkirina nexweşiyên dil de, qonaxeke gelekî pêşketî derbas kiriye. Berzincî herwiha tekez kir ku xizmetguzariyên tenduristiyê gihîştine qeza û îdareyên serbixwe û kêşeya dermanan jî bi rêya budceyeke taybet a hikûmetê hatiye çareserkirin.

Ev daxuyaniyên Wezîrê Tenduristiyê îro 22ê Cotmeha 2026an di çarçoveya Konferansa Navdewletî ya Bijîşkî ya Nexweşiyên Dil de hatin dayîn, ku li bajarê Dihokê tê lidarxistin û dê du rojan dewam bike.

Dr. Saman Berzincî bal kişand ser destkeftiyên salên dawî û diyar kir ku berî 17 salan li Herêma Kurdistanê ti pisporekî neştergeriya dil û qestereyê tune bû, lê niha Herêma Kurdistanê xwedî 35 bijîşkên pispor ên neştergeriya dil û zêdetirî 60 pisporên qestereyê ye, û tewra niha qestereya mêjî jî tê encamdan.

Wezîrê Tenduristiyê behsa bernameya hawarçûna lezgîn a dil (PCI) kir ku wek yek ji destkeftiyên girîng ên Kabîneya Nehê tê hejmartin û got: “Bi rêya vê bernameyê, her nexweşek di her dem û cihê Herêma Kurdistanê de be, di demeke rekor de digihîje navendên dil û çareseriya qestere û balonê jê re tê kirin. Vê pêngavê rêjeya mirin û seqetbûnê bi awayekî berbiçav kêm kiriye.”

Herwiha eşkere kir ku cureyekî nû yê neştergeriya dil ku bi kêmtirîn birîna sîng tê kirin, niha ji aliyê bijîşkên navxweyî ve tê encamdan.

Derbarê dabînkirina alavên nûjen de, Berzincî destnîşan kir ku nûtirîn amûrên qestereyê hatine dabînkirin û ev xizmetguzarî gihîştiye derveyî navendên parêzgehan jî. Li Silêmanî û Dihokê amûrên nû ketine kar, ji bo Koyeyê di qonaxa gihandinê de ne û ji bo Akrê jî di qonaxa tender de ne. Herwiha ev xizmet li Zaxo, Soran û çend qezayên din jî berdest e û biryar e di mehên bê de navendeke nû û pêşketî ya dil were vekirin.

Li ser projeya nexweşxaneya 300 nivînî ya Dihokê, Dr. Saman Berzincî eşkere kir ku ji aliyê kompaniyeke navdewletî ya pilebilind ve nexşe û dîzayna wê ji nû ve tê amadekirin daku bibe nexweşxaneyeke giştî.

Li ser asta Yekeyên Çavdêriya Hûr (ICU) jî, wezîr ragihand ku vekirina van beşan li derveyî navendên parêzgehan, li ser asta tevahiya Iraqê ezmûneke kêmwêne ye; tevî vê yekê Hikûmeta Herêmê karî yekem beşa çavdêriya hûr bi 7 nivînan li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê veke û berî çend rojan jî beşekî heman rengî li Îdareya Serbixwe ya Soranê vebûye, û hewildan berdewam in bo zêdekirina hejmara nivînan.

Derbarê kêmbûna dermanan de, Wezîrê Tenduristiyê daxuyand ku tevî pirsgirêkên destpêka îsal ên ji ber neşandina para dermanan ji aliyê Bexdayê ve, bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê budceyeke taybet ji bo dagirtina vê valahiyê hat terxankirin.

Berzincî piştrast kir ku dermanên rizgarkirina jiyanê, dermanên hawarçûnê û pêdiviyên neştergeriyan li hemû navendan berdest in û ti kêşeyek nîne, tenê beşek ji dermanên kêmpeyda û biyolojîk mane ku çaverêya şandina wan ji Bexdayê tê kirin.