Li Diyarbekirê Rojên Sînemaya Ewropayê ya Çarê hatin destpêkirin
Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekir Rojên Sînemaya Ewropayê dest pê kir, di çarçoveya vê çalakiya hunerî de dê gelek fîlmên Ewropî yên bi babetên curbecur werin pêşandan, amadekarên çalakiyê dan zanîn ku bi xebatên wisa yên hunerî têkiliyên Yekîtiya Ewropayê bi Diyarbekirê re jî xurt dibin û amadekarî tên kirin salên pêş xebatên wisa zêdetir bibin.
Rojên Sînemaya Ewropayê ya Çaremîn li Diyarbekirê dest pê kir. Rojên Sînemaya Ewropayê bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir, Jura Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekir û Navenda Zanyariyan a Yekîtîya Ewropayê tê li darxistin ku di çarçoveya vê çalakiyê de dê 16 fîlm werin pêşandan. Amadekarên rojên sinemaya Ewropayê balê dikêşin ku xebatên wisa yên hunerî bo Diyarbekir girîng û pêwîst in.
Seroka Beşa Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Zeynep Yaş di vî warî de got: “Li Ewropayê qasî Kurdistanekê Kurd dijîn, ji ber vê yekê em girîng dibînin ku pirsgirêkên welatên Ewropayê bi rêya sînemayê bînin Amedê û pêşkêşî welatiyan bikin.”
Rojên Sînemaya Ewropayê dê heta 25ê Cotmehê li Çandamedê bidome ku dê bi vê xebatê bi babetên curbecur pirsgirêk û taybetmendiyên civaka Ewropayê li Diyarbekir werin pêşandan û hevkarên çalakiyê dibêjin ew dixwazin bi van xebatan têkiliyên xwe bi Yekîtiya Ewropayê re xurt bikin.
Seroka Meclîsa Jûra Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekirê Şeyda Aslantaş jî got: “Diyarbekir bajarek bibandor e, bi taybetî jî di pêvajoya ku em niha tê de ne dibe wesîle ku Diyarbekir bêhtir bibe bajarek berçav û bi xebatên wisa yên hunerî yên navdewletî jî rê li ber danasîna Diyarbekir vedikin û danustanên hunerî pêş dixin.”
Nunerên Yekîtiya Ewropayê jî didin zanîn Yekîtiya Ewropayê giringiyek taybet dide Diyarbekir û di salên pêş de dê xebatên bi vî rengî zêdetir û dirêjtir bibin.
Berpirsê Navenda Zanyarên Yekîtiya Ewropayê Mehmet Nezîr Guneş jî ragihand: “Diyarbekir bo Yekîtiya Ewropayê bajarek giring e, keda hemu balyozên Yekîtiya Ewropayê yên Tirkiyeyê di vê xebatê de heye, ev xebatê têkiliyên Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyê jî pêş dixe, niha hewil tê dayîn ku salên bê de çalakiyên wisa werin zêdetirkirin.”
Amadekarên rojên Sînemaya Ewropayê balê dikêşin ku ew dixwazin li gel piren aborî û siyasetê pira çand û hunerî ya navbera Yekîtiya Ewropa û Diyarbekirê de jî xurt bikin.