Trump careke din gefa êrîşkirina ser Îranê dixwe
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê aloziyên ligel Tehranê de ragihand; eger heye ew êrîşî Îranê bikin, lê di heman demê de egera rêkeftineke baş û mezin jî heye.
Donald Trump di daxuyaniyeke rojnamevanî de got: "Em bîr li ser êrîşkirina ser Îranê dikin û dibe ku ev yek sibe yan dusibe rû bide, lê belê ez dema ti operasyoneke leşkerî aşkere nakim. Ez ne piştrast im ka dê Îran rêkeftinekê îmze bike yan na, lê di her du rewşan de jî em ê bibin aliyê serkeftî."
Serokê Amerîkayê derbarê stratejiya xwe ya li hember Tehranê de got: "Min bi şêwazekî gelekî bibandor danûstandin bi Îranê re kir. Dibe ku ez neçar bim vî karî bi dawî bînim, yan jî dibe ku Îranî bigihin rêkeftinekê."
Ji aliyê xwe ve, Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan duh êvarê banga bidawîanîna rewşa "ne şer û ne aştî" kir. Pizîşkiyan bal kişand ser krîza kûr a welatê xwe û diyar kir ku di bin zextên aborî yên giran de, hejmareke mezin a welatiyan ji bo peydakirina nan û xwarinê di nava têkoşîneke dijwar de ne.
Îran ji ber egerên şer û ew dorpêç û toleyên li ser hinardekirina petrol û bazirganiya wê hatine sepandin, bi paşketin û qeyraneke dijwar a aborî re rûbirû ye.
Hevdem ligel van geşedanan, medyayê eşkere kir ku Îranê bi navbeynkariya Pakistanê, pêşniyareke nû pêşkêşî îdareya Amerîkayê kiriye. Li gorî zanyariyan, Tehranê pêşniyar kiriye ku ew amade ye Tengava Hurmizê veke di berdêla rakirina wan ambargo û cezayan de yên ku Amerîkayê li ser benderên Îranê sepandine.
Tora medyayî ya "El-Erebiye" li ser zarê jêderekî agahdar belav kir, Îranê ji Pakistanê re ragihandiye ku ew amade ne danûstandinan ligel Amerîkayê ji nû ve bidin destpêkirin. Ev yek wekî nîşana dilxwaziya Tehranê tê dîtin ku careke din vegere ser maseya dîplomasiyê, daku dawî li qeyranê were anîn.
Ev pêşniyara nû ya Îranê mijara ewlehiya Tengava Hurmizê û dorpêça ser benderên Îranê dixe serê lîsteya dosyayên sereke yên danûstandinê, nemaze piştî ku ev her du mijar di navbera Washington û Tehranê de bûbûn xalên herî nakok û hestiyar.