Şandeke bilind a Hikûmeta Iraqê li Zaxoyê ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke payebilind a Hikûmeta Federal a Iraqê îro 25ê Cotmeha 2026an gihîşte Hewlêrê û biryar e li bajarê Zaxoyê ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bicive.

Li gorî daxuyaniyeke Fermangeha Medya û Zanyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, serokatiya şanda Bexdayê ji aliyê Cîgirê Serokwezîrê Federal bo Karûbarên Enerjiyê Muhsîn Mendelaweyî ve tê kirin. Di şandê de her yek ji Wezîrê Petrolê Basim Mihemed û Wezîrê Elektrîkê Elî Seid endam in.

Herwiha di şanda Bexdayê de Serokê Desteya Şêwirmendan, Cîgirê Wezîrê Darayî, Cîgirê Wezîrê Petrolê û çendîn berpirsên din ên payebilind ên hikûmeta federal cih digirin.

Piştî ku şand li bajarê Zaxoyê ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve tê pêşwazîkirin, dê ligel şanda danûstandinkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser maseya danûstandinan rûne.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo vê civînê ji van berpirsan pêk tê:

- Mihemed Kemal, Wezîrê Samanên Xwezayî bi Wekalet

- Dr. Umêd Sabah, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran

- Dr. Ebdulhekîm Xesro, Serokê Fermangeha Hevahengî û Şopandinê

- Ehmed Muftî, Cîgirê Wezîrê Samanên Sirûştî

- Çend berpirsên payebilind ên Wezareta Darayî û Aboriyê

Armanca sereke ya serdana şanda Bexdayê û lidarxistina vê civîna girîng, xurtkirina hevahengiyê û gihîştina bi jihevtêgihîştineke baştir e derbarê dosyayên hevbeş û hestiyar de di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de.