Konsulê Japonê: Vekirina şaxa Nissanê ji bo bihêzkirina jêrxana aborî ya Kurdistanê giring e

Navenda Nûçeyan (K24) – Di merasîmeke fermî li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê de, şaxa sereke ya kompaniya navneteweyî ya "Nissan"ê li ser asta tevahiya Iraqê hat vekirin.

Di merasîmî de, Konsulê Japonê li Herêma Kurdistanê Hîtûşî Hîkozuka gotarek pêşkêş kir û ragihand, nûnertiya hikûmeta Japonê di projeyeke bi vî rengî de cihê şanaziyê ye. Hîkozuka tekezî li ser giringiya berfirehkirina projeyên kompaniya Nissanê li Herêma Kurdistanê kir û pîrozbahî li kompaniya cîbicîkar kir bo wan hewlên mezin ên ku di vê projeyê de xistine gerrê.

Derbarê hilbijartina Zaxoyê bo vê projeya mezin de, Konsulê Japonê got: "Zaxo ji ber pêgeha xwe ya erdnîgarî û nêzîkbûna ji sînorê Tirkiyeyê re, devereke gelekî stratejîk e bo pêşxistina kar, aborî û bazirganiyê."

Hîkozuka da zanîn ku vekirina vê navendê, dê bibe sedema bilezkirina çalakiyên kompaniya Nissanê û bihêzkirina pêgeha wê li Herêma Kurdistanê û li seranserî Iraqê.

Konsulê Japonê bal kişand ser aliyên teknîkî yên projeyê û diyar kir ku vekirina navenda PDI (Navenda Pişkinînê ya Beriya Radestkirinê) li Zaxoyê, ne tenê ji bo dabeşkirin û veguhastina berheman ye, belkî dê roleke giring di bihêzkirina jêrxana aborî ya Herêma Kurdistanê de jî bilîze.

Dîplomatkarê Japonî hêvî xwast ku proje bandoreke berbiçav û erênî li ser paşeroja pîşesaziyê li Kurdistanê bike û bibe xizmeteke baş bo civakê. Herwiha kêfxweşiya xwe bi damezrandina projeya hevpar a "Motorplex"ê anî ziman û tekezî li ser bikaranîna baştirîn otombêlan li gorî pîvanên ewlehî û silametiyê kir.

Di beşeke din a gotara xwe de, Hîtûşî Hîkozuka spasiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û endamên kabîneya wî kir û daxwaz kir ku piştevaniya xwe ya bo van projeyên pîşesazî û bazirganiyê bidomînin. Herwiha bang li kompaniyên japonî û hikûmeta xwecihî kir ku bi hevahengiyeke xurt kar bo geşepêdana aboriya deverê bikin.

Di dawiya axaftina xwe de, Konsulê Japonê hêvî xwast ku ev destpêşxerî deriyek be bo pêşveçûna zêdetir a aboriya Herêma Kurdistanê û Iraqê, û bibe bingeha kûrkirin û bihêzkirina pêwendiyên dostane yên navbera Japon û Herêma Kurdistanê.