Kurdistan24 dawî agahiyan li ser lehiya Selmasê parve dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Sê roj di ser lehiya bajarê Selmasê yê parêzgeha Urmiyê re derbaz dibin, ku ji ber wê 161 welatî bê mal û mesken mane. Ji bilî hin alîkariyên destpêkê, Hikûmeta Îranê heta niha ti planek bo awayê qerebûkirin û dabînkirina cîhê xwecihbûnê ranegihandiye.

Li roja 22ê vê mehê, ji ber barana xurt û lehiya ji nifşkê ve li çend gundên bajarê Selmasê yê parêzgeha Urmiyê, zirarên canî û madî gehiştine xwecihên deverê. Zirar zêdetir gehiştine gundên Şûrîk, Sîlab, Kaniyan, Şekeryazî û Mafîkendiyê.

Li gorî dawî raportên fermî yên Komelaya Heyva Sor a Îranê, heta êvara duhî Şemî, 24ê Cotmehê, sê kesan li gundê Kaniyan ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest daye. Ew qurbatî keçeke 10 salî û du mêrên 45 û 73 salî ne, herwesa sê kesên din jî ji ber wê bûyerê birîndar bûne.

Lehiyê zirar gihandine 39 xaniyan û bûye sedem ku zirar bigehe 161 kesan. Belavbûna zirardîtiyan bi vî awayî ye: 10 malbat bi hejmara giştî ya 50 kesan li gundê Şûrîk, 7 malbat bi hejmara giştî ya 28 kesan li Sîlabê û 22 malbat bi hejmara giştî ya 83 kesan li gundê Kaniyanê.

Hêlsengandinên destpêkê yên Xaneya Binyatî ya Avahiyan li parêzgeha Urmiyê amaje bi wê yekê dikin ku zirar gihîştine nêzîkî 78 yekîneyên xwecihbûnê. Ji wê hejmarê jî, 54 xanî li gundê Kaniyanê, 10 xanî li gundê Mafîkendiyê û 14 xanî li sê gundên din in. Zirarên din jî ev bûn: herrifîna dîwaran û pûçbûna kelûpelên jîn û jiyara xelkî, ku xerciya destpêkê ya ziraran bi nêzîkî 3.5 milyar tumenan hatiye xeminandin.

Di derheqa zirarên çandinê de jî, amar nîşan didin ku zirar gehiştiye zêdetirî 700 hektarên zeviyan û 10 hektarên baxçeyan. Herwesa xwediyên caneweran ên deverê jî ji ber mirina canewerên xwe tûşî ziraran bûne.

Komelaya Heyva Sor a Rizgarkirina Lêqewimiyan 13 tîm û 48 hêzên rizgarkirinê li deverên zirardîtî belav kirine. Zêdebarî vê yekê jî, Hikûmeta Îranê heta niha ti planek bo qerebûkirina wan gund û gundiyan eşkere nekiriye.