Bakirhan: Dema derxistina qanûn û îtîrafkirina bi mafên bingehîn ên Kurdan e
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan destpêkirina qonaxa parlamentoyê û danan qanûnê ji bo mafên gelê Kurd ragihand û tekez kir ku divê ew prose ji sistiyê bê rizgarkirin û pêngavên kiryarkî li hemberî rewşa Ocalan û girtiyên siyasî bên avêtin.
Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan ragihand: "Me qonaxa yekê ya proseyê li pişt xwe hişt, ku girêdayî qonaxa hilweşandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û encamên wê bû.”
Tuncer Bakirhan herwesa got: “Niha jî qonaxa danûstandinên nava parlamentoyê ye û dema derxistina qanûn û îtîrafkirina bi mafên bingehîn ên Kurdan e. Di qonaxa duyê de em zimanê Kurdî, rêveberiyên xwecihî û edilandina qanûnên yekdeng û yekreng ên niha nîqaş dikin."
Navbirî amaje jî kir: "Sistiyek di proseyê de tê dîtin û pêdivî ye pêngavên kiryarkî bên avêtin, ev jî bi baştirkirina rewşa Abdullah Ocalan dest pê dike. Herwesa bo azadkirina Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag û rakirina qeyûman jî, pêdivî ti raportên piştrastkirinê nake."