Mesrûr Barzanî û şandeke bilind a Îraqê pirsên budce û petrolê nîqaş kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Pirsa danana projeqanûna budceya sala 2027ê ya fedral, tevlîbûna Herêma Kurdistanê di dahata giştî de û rêkarên teknîkî yên hinardekirina petrolê mijarên tewerê serekî yê civîna navbera Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û şandeke bilind a Hikûmeta Fedral bûn li bajarê Zaxoyê.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşem, 25ê Cotmeha 2026ê, li bajarê Zaxoyê pêşwaziya şandeke Hikûmeta Fedral bi serokatiya Cîgirê Serokwezîrê Îraqê bo Karûbarên Enerjiyê Muhsin Mendelawî kir.

Fermangeha Medya û Zaniyaran a Hikûmeta Herêmê belav kiriye ku di wê civînê de behsa pirsa danana projeqanûna budceya giştî ya fedral bo sala 2027ê hate kirin û di vê çarçoveyê de, tevlîbûna Herêma Kurdistanê di dahata giştî ya Îraqê de û herweha dabînkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê jî hatin nîqaşkirin.

Di çarçoveya wan danûstandinan de jî, pirsên hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û rêkarên teknîkî jî hatin behskirin.

Herwesa amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku di wê civînê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez li ser parastina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê di çarçoveya wê projeyasayê de kir û amaje bi wê yekê da ku pêdivî ye di navroka projeqanûna budceyê de, bingeha dadperweriyê bo seranserî Îraqê bê peyrewkirin û çemkê destûrî yê federalîzmê li ber çav wê wergirtin.

Herwesa her du aliyan tekez li ser berdewamkirina nîqaş û danûstandinan bo çareserkirina arêşeyan kir, bi awayekî ku di berjewendiya hemî aliyan de be.