Balyozê Omanê: Rolê Herêma Kurdistanê li deverê erênî û hevseng e

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Selteneta Omanê li Bexdayê pesna pêgeh, aramî û xweriska Herêma Kurdistanê dike û radigihîne ku peywendiyên di navbera Mesqet û Hewlêrê de di pêşveçûneka berdewam de ne, herwesa rolê Herêma Kurdistanê di serederiya ligel alozî û hevrikiyên deverê de "erênî û hevseng" wesf dike.

Balyozê Selteneta Omanê li Bexdayê Şêx Mehmûd bin Muhena îro Yekşem, 25ê Cotmeha 2026ê, di daxuyaniyekê de bo Kurdistan24ê amaje bi wê yekê da ku welatê wî bi giringiyeka zêde ve li rewşa aram, xwerisk û pêgeha stratejîk a Herêma Kurdistanê dinêre. 

Şêx Mehmûd bin Muhena herwesa ragihand: “Destpêkirina geştên rasterast ên hêla asmanî ya "SalamAir"ê di navbera Mesqet û Hewlêrê de jî, wekî pêngaveke kiryarkî bo xurtkirina pira peywendiyan û vejandina lihevguhertina bazirganî û geştyarî di navbera her du aliyan de tê dîtin.”

Navbirî di pareka din a daxuyaniya xwe de got: "Kurdistan xwediya hemî pêkhateyên bedewiyê, dîrokeke dewlemend, xweriskeka dilveker û xelkekî dilovan û mêvanperwer e.”

Balyozê Selteneta Omanê li Bexdayê eşkere jî kir: “Peywendiyên navbera Oman û Îraqê bi giştî di asteke pir baş de ne û peywendiyên me ligel Herêma Kurdistanê jî di pêşveçûneka berdewam de ne; em bo paşerojeke geş bo zêdetir pêşxistina hevkariyên me yên aborî û veberhênanê pir geşbîn in."

Di derheqa rewşa aloz a deverê û girjiyên siyasî de jî, Şêx Mehmûd bin Muhena tekez kir ku Oman rolê Herêma Kurdistanê di çarçoveya Îraqa fedral de bilind dinirxîne û ragihand: "Rolê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di serederiya ligel duberekî û aloziyên jerêmî de pir erênî ye; Hewlêrê siyaseteke hevseng peyrew kiriye ku kiriye navenda hêwirkirin û aramiyê, berhemê vê siyasetê jî dê bo hemiyan xêr û çakî be."

Herwesa geştên rasterast di navbera Oman û Herêma Kurdistanê de jî dest pê kirin û balafira yekê ji Mesqetê gihîşt Hewlêrê.

Rêveberê Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar jî ji aliyê xwe ve ji Kurdistan24ê re gotibû ku ev hêl dikare wekî tranzît bo Ewropayê bê bikaranîn û bandoreke zêde dê li ser zêdebûna hejmara geştyaran hebe û dibe hêsankariyeke mezin.