Rojnamevanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li 10 bajaran daketin qadan

Enqere (K24) - Sazî û dezgehên rojnamegeran li 10 bajaran daketin qadan û bi çalakiyên meşê bertek nîşanî zext û astenkirinan desthilata Tirkiyeyê dan. Di çalakiyan de hate ragihandin ku, rojnamevanî ne sûc e û divê sepanên tayînkirina qeyûman a li ser saziyên medyayê, desteserkirin û girtina rojnamevanan bi dawî bibin.

Li Enqereyê û 9 bajarên din yên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê bi awayekî hevdem bi pêşengtiya gelek rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê yên wekî Komeleya Rojnamevenên Dîcle Firatê (DFG), Sendikaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê (TGS), Disk Basın-İş û gelek rêxistinên din hebûn bi diruşmên “Ji sansûrê re na, ji nûçeyan re azadî”, “Çapemenî azad e, nayê sansûrkirin” bertek nîşanî, astengî, girtin, zextên li ser çapemenî, weşangerî û astengkirina hesabên rojnamegeriyê çalakiyên meşê lidarxistin.

Di çalakiyê hate ragihandin heke rojnamevan bêdeng bimînin rastî dê di tarîtiyê de bimînin û berpirsiyariya desthilatdaran a li hember civakê dê ji holê rabibe.

Mamosteyê Beşa Rojnamevaniyê yê Zanîngeha Enqerê Gokhan BULUT di vî warî de got: “Mafê gel ê wergirtina nûçeyan êdî bûye mafekî bingehîn ê welatîbûnê. Îro li Tirkiyeyê guherineke giştî heye û di vê avahiya nû de nayê xwestin ku raya giştî ya demokratîk hebe û rojnamevananî êdî wekî saziyekê tê xwestin ku ji holê bê rakirin. Êdî ne tenê rojnamevan, sazî bixwe tên girtin. Êrîşeke mezin li ser pîşeyê heye. Ev êrîş ji bo jiholêrakirina raya giştî ya welatiyan û astengkirina mekanîzmayên biryardanê yên demokratîk e.”

Di çalakiya ku nav û peyamên rojnamevanên girtî hatin xwendin de pankart û dirûşmên wekî: ‘Rojnamevanî ne sûc e’, ‘Mafê agahîgirtinê nayê astengkirin’ , ‘Çapemeniya azad civaka azad’, Tew îja sansûr’ hatin berzkirin.

Rojnameger Ozlem Akarsu Çelîk jî ragihand: “Rojnamevan vê carê ji bo dengê xwe bilind bikin hatin qadan. Em serbilind in lê xwezî hewcedariya me bi çalakiyeke wiha tune ba. Wekî ku Serokkomar jî gotî, em rojnamevan giranbiha ne lê ne pezê malê ne; em naxwazin hevalên me bibin wekî mîhên qurbanî û biçin girtîgehan. Nivîsandina nûçeyan û rojnamegerî ne sûc e. Heta hevalekî me jî li hundir bimîne, têkoşîna me ya wekî rêxistinên çapemeniyê wê berdewam bike.”

Herwiha rojnamevanan bang li desthilatê kir ku; divê sepanên tayînkirina qeyûman a li ser saziyên medyayê, desteserkirin û girtina rojnamevanan bi dawî bibin. Azadiya çapemeniyê di destûra bingehîn de hatiye mîsogerkirin û divê êrîş bisekinin.