Urmiye: Li Makoyê ji ber gijlok û birûskan 150 serên pez mirar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber gijlok û birûskên bihêz li deverên Makoyê yên parêzgeha Urmiyê, 150 serên pez mirar bûne û bi bihayê pênc milyar tumanan zirar gihîştiye xwediyên caneweran, herwesa qaymeqama wî bajarî hişyariya rabûna lehiyê di rojên bê de dide.

Qaymeqama Makoyê li parêzgeha Urmiyê Şehla Tacfer ragihand ku ji ber gijlok û birûskên bihêz li derdora gundên Melhem û Gulaliyê li devera Bazerganê, 150 serên pez mirar bûne û 30 serên din jî birîndar bûne, herweha zirar gehiştiye rêya serekî ya Bazergan-Boralanê jî.

Qaymeqama Makoyê amaje bi wê yekê jî da ku li gorî şopandina Rêveberiya Karûbarên Eşîran û Vêtêrneriyê, zirarên darayî bi bihayê pênc milyar tumanan hatine xeminandin, lê ti zirarên canî jê çê nebûne.

Şehla Tacfer behsa wê yekê jî kir ku îhtimala baranên xurt û rabûna kehiyan di rojên bê de heye, lewma daxwaz ji gundî û xwediyên caneweran kir ku pirr şiyar bin û dezgehên peywendîdar jî bo rûbirûbûna her bûyerekê di amadebaşiyê de bin.

Ev jî di demekê de ye ku di 22ê vê mehê de, ji ber barana xurt û lehiya ji nifşkê ve li çend gundên bajarê Selmasê yê parêzgeha Urmiyê, zirarên canî û darayî yên zêde gehiştine şêniyên deverê. Zirar zêdetir gehiştine gundên Şûrîk, Sîlab, Kaniyan, Şekeryazî û Mafîkendiyê.

Li gorî dawî raportên fermî yên Komelaya Heyva Sor a Îranê, heta êvara roja Şemiyê (24ê Cotmehê), sê kesan li gundê Kaniyanê ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest daye. Qurbanî keçeke 10 salî û du mêrên 45 û 73 salî bûn, herwesa sê kesên din jî bi sedema wê bûyerê birîndar bûne.