Rêber Ehmed: Qanûna berhingarbûna tundûtîjiya dijî jinan hewceyî şopandin û çareseriyê ye

Rêber Ehmed
Rêber Ehmed

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ew bo şopandina Qanûna Berhingarbûna Tundûtîjiya Dijî Jinan û Malbatan kar dikin, bi merema çareserkirina astengiyên beranberî bicihanîna wê; amaje bi hebûna astengiyan di mekanîzmayên parastin, veguhastin û hewandina qurbaniyan û nêrîna dadweran bo tekistên qanûnî de jî kir.

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro Sêşem, 27ê Cotmeha 2026ê, di daxuyaniyekê de bo Ajansa Nûçeyan a Îraqiyeyê ragihand ku Qanûna Berhingarbûna Tundûtîjiya Dijî Jinan û Malbatan, ku li sala 2011ê li Parlamentoya Kurdistanê hatiye derxistin, wekî destkeftiyekî gelek pêşkeftî û nimûneyî li ser asta tevaya Rojhilata Navîn tê hesibandin; lê qonaxa bicihanîna kiryarkî ya vê qanûnê li dadgehan derketina hin astengî û şêlûbûnê di çend tekistên qanûnî de bo dadweran xistiye ber çavan.

Rêber Ehmed amaje bi wê yekê jî kir ku hejmareka astengiyan hene ku girêdayî mekanîzmayên veguhastina qurbaniyên tundûtîjiyê, parastin û awayê hewandina wan li penageh û şêlteran, tevî awayê karkirina lîjneyên aştiyê, ev jî wesa dixwaze ku ew alî bi hûrgilî bên şopandin ku pêdivîtiya wan bi çareseriyê heye û mekanîzmayên bicihanînê ber bên pêşxistin.

Di derheqa bizavên dezgehî, Wezîrê Navxwe ron kir ku wezareta wan tevlî workşopeke berfireh bûye, ku ji aliyê Encûmena Bilind a Jinan li Kurdistanê bi hevparî ligel Sindoqa Neteweyên Yekbûyî bo Şêniyan (UNFPA) hatibû rêkxistin, bi amadebûna nûnerên desthilata dadwerî, wezaretên xizmetkarî, Encûmena Bilind a Fetwayê û Yekîtiya Zanayên Olî yên Îslamî yên Kurdistanê, bi merema nîqaşkirina mekanîzmayên kiryarkî yên bicihanîna wê qanûnê.

Navbirî bal kişand ser wê yekê jî ku amanca serekî ya vê hevdîtina berfireh, komkirina aliyên hikûmetê, danana qanûnan, dadwerî, olî û navdewletî bo diyarikirina xalên lawaz û destnîşankirina wan bendan e yên ku pêdivîtiya wan bi şopandin an derxistina rênimayiyên nû heye, herwesa bo yekkirina fêmkirina dadweran bo tekistên qanûnî û bilindkirina asta hevahengiyê di navbera dezgehên peywendîdar de.

Wezîrê Navxwe tekez li ser girîngiya bilindkirina asta hişyariya civakî li beranberî mafên jinan û berhingarbûna tundûtîjiya malbatî jî kir, bi taybetî bi rêya gotarên mînberên olî û dezgehên peywendîdar, bi rengekî ku xizmeta parastina qurbaniyan û çalakkirina bicihanîna wê qanûnê di civakê de bike.