Ji bo rakirina kavilên şer: Şandeke UNDPê serdana Şaredariya Kobaniyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Bernameya Pêşvebirinê ya Neteweyên Yekgirtî (UNDP) serdana Şaredariya Kobaniyê kir û bi rêveberiya şaredariyê re civiya, da ku gavên pratîkî yên ji bo destpêkirina projeya rakirina kavil û bermahiyên hilweşînê ji bajêr gotûbêj bikin.

Armanca vê hevdîtinê, hevahengiya rasterast bû ji bo destnîşankirina wê kompanyaya şareza ya ku dê di demeke nêzîk de dest bi xebatên meydanî bike.

Tê çaverêkirin ku proje bi hevkariya Meclisa Bajarê Kobaniyê bê meşandin, da ku karûbar bên hêsankirin û asta xizmetguzariyê li bajêr bi pêş bikeve.

Di salên şer de, bi taybetî di dema êrîşa DAIŞê ya li ser Kobaniyê de, binesaziya deverê rastî wêraniyeke mezin hat. Raporên navdewletî nîşan didin ku di şerên salên 2014-2015an de nêzîkî ji sedî 70yê taxên rojhilat û navenda bajarê Kobaniyê bi temamî wêran bûne.

Li gorî amar û belgeyên Neteweyên Yekgirtî, tenê li bajarê Kobaniyê nêzîkî 3 hezar û 247 avahî zirar dîtine ku dabeşî ser van astan dibin:

- 1,206 avahî bi temamî hilweşiyane (rêjeya zirarê di navbera %75 heta %100 de ye).

- 1,169 avahî bi giranî wêran bûne (rêjeya zirarê di navbera %30 heta %75 de ye).

- 872 avahî jî beşeke ji wan ziyan dîtine.