Li Spanyayê di encama lihevketina du trênan de 50 kesî canê xwe ji dest da
Navenda Nûçeyan (K24) – Li nêzîkî bajarê Toledoyê li naverasta Spanyayê, di encama lihevketina du trênên bilez de, herî kêm 50 kesan canê xwe ji dest da û 179 kesên din jî birîndar bûn.
Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez piştî bûyerê nîgeranî û xemgîniya xwe ya kûr anî ziman û ragihand, tîmên hawarhatinê li cihê bûyerê ne da ku hemû alîkariyan pêşkêşî birîndaran bikin. Sanchez herwiha hevxemî û piştgiriya xwe ji bo malbatên qurbaniyan nîşan da.
Li gorî daxuyaniya rayedarên herêmî, bûyer nêzîkî 150 kîlometreyan li başûrê Madrîdê rû daye. Berdevkê desthilatdarên herêma Castilla-La Manchayê ku bûyer lê qewimiye, piştrast kir ku 50 kesan canê xwe ji dest daye û hejmara miriyan dikare zêdetir bibe.
Şaredarê navçeya Urdasê Manuel Galan jî ji televîzyona dewletê ya Spanyayê TVEyê re da zanîn, her du trên bi dijwarî li hev ketine û gelek birîndar hene.
Berdevkê xizmetguzariyên hawarhatinê yê Spanyayê ji ajansa AFPê re diyar kir, karesat serê sibehê bi dema herêmî qewimiye. Da zanîn jî, ji bo hewara ziyandîtiyan gelek tîmên agirkujiyê, sê helîkopter û du yekîneyên veguhestina bilez ên çavdêriya giran bo cihê bûyerê hatine şandin.
Ev karesat di demekê de rû dide ku kêmtirî salek berê jî di bûyereke heman rengî de li bajarokê Adamuzê yê li başûrê Spanyayê, du trên li hev ketibûn û di encamê de 46 kesan canê xwe ji dest dabû.