Li Hewlêrê jineke Îranî ku di otombêlê de teqe kiribû hat girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Polîsên Parêzgeha Hewlêrê girtina jineke Îranî ragihand, ku di nav otombêlekê de bi rengekê neqanûnî çek bi kar anîbû û gule reşandibûn.
Rêveberiya Polîsên Parêzgeha Hewlêrê îro Çarşem, 28ê Cotmeha 2026ê, di ronkirinekê de belav kir: "Piştî ku dîmenekî vîdyoyî di torên civakî de belav bû, ku tê de jineke Îranî di nav otombêlekê de li bajêrê Hewlêrê bi rengekê neqanûnî demançeyê derdixe û teqeyê dike, hêzên me yekser dest bi şopandinê kir û karî di demeka kurt û pîvankî de wê tometbarê bigirin."
Polîsên Parêzgeha Hewlêrê amaje bi wê yekê jî kiriye ku piştî girtina wê, tometbarê îtîraf bi tawana xwe kiriye û rêkarên qanûnî yên pêdivî li beranberî wê hatine bicihanîn.
Polîsên Hewlêrê hişyarî daye welatiyan ku nîşandana çekan di torên civakî de bi hemî rengan qedexe ye û kesên zêdegaviyên dikin rastî lêpirsîna qanûnî ya tund dibe, herwesa daxwaz kiriye ku welatî bi temamî ji reftarên bi vî rengî dûr bikevin.