Ferhad Etrûşî tekez li ser xurtkirina sektora tenduristiyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Parlamentoya Îraqê Ferhad Etrûşî tekez li ser pabendbûna Parlamentoya Îraqê bi pejirandina wan qanûn û siyasetan kir ên ku dibin sedema baştirkirina rewşa tenduristiya li Îraqê.

Nivîsîngeha Ragihandinê ya Cîgirê Serokê Parlamentoya Îraqê îro Çarşem, 28ê Cotmeha 2026ê, di ragihandinekê de ragihand: “Ferhad Etrûşî li nivîsîngeha xwe ya fermî li Bexdayê pêşwaziya Nûnera Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) li Îraqê Cemîle Raibî û şanda pê re kir, ku ew şand ji pisporên sîstemên tenduristî û jîngehî û koma nerîna pêşxistinê pêk dihat.”

Di wê civînê de, rêyên pêşvebirina hevpar ên navbera dezgeha danana qanûnan û wê rêxistina navdewletî jî hatin nîqaşkirin. Armanc ji vê pêngavê jî bilindkirina asta hişyariya tenduristî û sînordarkirina belavbûna nexweşiyên vegir û nûkirina mekanîzmayên xweparastinê û selametîya giştî bû.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Îraqê rola girîng a Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî di pêşkêşkirina piştgiriya teknîkî û şêwirmendiya dezgehên tenduristiyê yên Îraqê de bilind nirxand. Etrûşî tekez jî kir ku parlamento dê li ser karkirina ji bo derxistina wan qanûnan berdewam be yên ku xizmeta kerta tenduristiyê dikin.

Ji aliyekî din ve jî, Cemîle Raibî pesna asta hevkariyan ligel dezgeha danana qanûnan û Wezareta Tenduristiyê û aliyên hikûmî yên Îraqê kir. Nûnera Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî tekez li ser pabendbûna rêxistinê bi berdewambûna di pêşkêşkirina piştgirî û şarezayiya pêdivî bo bihêzkirina sîstema tenduristiyê û biserxistina kempeyna nîştimanî ya hişyarkirinê kir.