Li kampa koçberên Serê Kaniyê lehî rabû
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber barîna barana xurt û bahozê li çendîn navçeyên parêzgeha Hesekê, zirarên mezin gihiştin kamp û navendên koçberên Serê Kaniyê. Herwiha ji ber xerabûna rewşa keşûhewayê, li sê parêzgehan perwerdeya li dibistanan hat rawestandin.
Li gorî zanyariyan, barana xurt û rabûna lehiyê li Kampa Serê Kaniyê û Kampa Waşokanî yên li bajarê Hesekê, bûye sedem ku av bikeve nav bi dehan konan û navendên stargehê. Vê yekê rewşa jiyanê ya koçberan girantir kir û tîmên hawarçûnê xistin nava amadebaşiyê.
Tîmên Heyva Sor a Kurd ji bo parastina jiyana wan ketin tevgerê; alîkariyên tenduristiyê pêşkêş kirin û xelkê zerardîtî derbasî avahiyên ewle yên nava kampan kirin.
Koçberên Serê Kaniyê yên li kampên Hesekê bi sedema rewşa xirab a hewayê û zirar dîtina stargehên xwe, careke din bang li rêxistinên mirovî û navdfewletî kirin ku bilez destwerdanê bikin, kon û stargehên guncaw ji wan re peyda bikin û pêdiviyên bingehîn ên jiyanê bigihînin wan.
Li Hesekê, Reqa û Dêrazorê dibistan hatin girtin
Ji aliyekî din ve, aliyên peywendîdar ji bo parastina canê xwendekar û mamosteyan biryar dan ku îro 29ê Cotmehê li seranserê dibistanên fermî û taybet ên her sê parêzgehên Hesekê, Reqa û Dêrazorê ji bo rojekê perwerde were betalkirin.
Herwiha li parêzgeha Reqayê jî barana zêde bû sedema çêbûna lehiyê; çendîn rêyên sereke hatin girtin û li hin deveran av kete nava malên welatiyan.