Piraniya penaberên Sûrî yên li Tirkiyeyê naxwazin vegerin
Navenda Nûçeyan (K24) – Tevî ku nêzîkî du sal bi ser rûxana rejîma Beşar Esed re derbas bûne, piraniya penaberên sûrî yên li Tirkiyeyê hê jî naxwazin vegerin ser axa xwe. Li gorî amarên dawî, ji 8ê Berçileya 2024an ve heta niha ji nava bi milyonan penaberan tenê derdora 700 hezar kesî vegeriyane Sûriyeyê.
Meydan, kargeh û taxên Stenbolê hîn jî tijî penaberên sûrî ne. Piraniya wan li Tirkiyeyê bûne xwedî kar, esnafî yan karkeriyê dikin û ti armanceke wan a vegerê tune ye. Li gorî dîtina penaberan, Sûriye ji aliyê aborî û ewlehiyê ve hê jî ne welatekî aram e.
Penaberên li Tirkiyeyê destnîşan dikin ku girêdana wan a bi vî welatî re kûr bûye. Penaberekî sûrî sedema sereke ya nevegera xwe wiha tîne ziman: “Sedema sereke ew e ku xelk naxwaze jiyanê ji sifirê dest pê bike. Di rojên şer de hatin Tirkiyeyê; hem xelk û hem jî zarok bi dibistan û jiyana vir re hîn bûn. Hemû pergala wan li Tirkiyeyê rûniştiye. Ji bo vegerê, divê pêdiviyên sereke bên dabînkirin. Pêwîst e alîkariya kesên ku malên wan di şer de wêran bûne were kirin û piştgiriya madî û manewî ji wan re bê dayîn da ku karibin vegerin.”
Piraniya penaberan balê dikişînin ser rewşa xerab a jiyanê ya li Sûriyeyê û diyar dikin ku li Tirkiyeyê mercên jiyanê gelekî hêsantir in. Penabereke din a sûrî ku li Stenbolê dijî, rewşa xwe wiha vedibêje: “Li vir ewlehî heye, rewş baştir e û kar peyda dibe. Her tişt li vir heye, lê li Sûriyeyê ti tiştek peyda nabe. Yên ku heta niha vegeriyane Sûriyeyê jî poşman bûne û dixwazin dîsa ji wir derkevin. Yên ku li vir mane rehet in û naxwazin vegerin. Em, malbat û hevalên me li vir di nav jiyaneke aram de ne û kes ji me nafikire vegere.”
Xaleke din a ku rê li ber vegera penaberan digire, wêranbûna binesazî û xaniyên wan e. Penaber diyar dikin ku divê rêveberiya nû ya Şamê piştgiriya darayî bide wan û xaniyên rûxiyayî ji nû ve ava bike.
Penaberekî din ê ku xaniyê wî di şer de wêran bûye dibêje: “Di dema şer de Esed xaniyê me rûxand û paşê li ser cihê xaniyê me rê çêkirin. Rêveberiya niha ya Sûriyeyê jî nikare xaniyekî bide me. Em ê ji bo çi û çawa vegerin? Li vir jiyaneke me ya ewle û aram heye, lewma em hê nafikirin vegerin.”
Piştî destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê, zêdetirî 15 milyon sûrî berê xwe dabûn Tirkiyeyê û nêzîkî 6 milyon kes ji wan li Tirkiyeyê bi cih bûbûn. Li gorî amaran, heta niha jî nîvê wan penaberan li Tirkiyeyê mane.
Tevî krîzên aborî û siyasî yên li Tirkiyeyê jî, penaber vî welatî ji Sûriyeyê ewletir dibînin. Her wiha nêzîkbûna çandî û jiyana civakî bûye sedem ku gelek ji wan êdî xwe li Tirkiyeyê wek xerîb nebînin û dest ji vê seqamgiriya xwe bernedin.