Îran: Me droneke Amerîkayê li Tengava Hurmizê xiste xwarê

Navenda Nûçeyan (K24) – Supaya Pasdaran a Îranê ragihand, wan bi rêya sîstemeke nû ya berevaniya asmanî, li rojhilatê Tengava Hurmizê dronek artêşa Amerîkayê xistiye xwarê.

Pêwendiyên Giştî yên Supaya Pasdaran a Îranê di daxuyaniyekê de diyar kir, pergala wan a nû ya berevaniya asmanî, droneke Amerîkayê ya ji corê MQ-1 li asmanê herêma "Sîrîk"ê kiriye armanc û ew têk biriye. Li gorî daxuyaniyê, ev 14emîn drona ji vî corî ye ku ji aliyê pergalên bergiriya Îranê ve tê xistin.

Li gorî amarên ku ji aliyê medyaya fermî ya Supaya Pasdaran ve hatine belavkirin, hêzên wan heta niha li herêmê bi giştî 54 dronên pêşketî yên ji corê MQ-9 û 14 dronên ji corê MQ-1 ên Amerîkayê xistine xwarê.

Tengava Hurmizê ji bo veguhastina enerjiyê li ser asta cîhanê yek ji rêyên avî yên herî stratejîk û girîng e. Lêbelê di van salên dawî de ew herêm bûye meydana sereke ya rûbirûbûn û aloziyên leşkerî di navbera Îran û Amerîkayê de.

Berê jî Supaya Pasdaran gelek caran balafirên bêmirov ên Amerîkayê bi tometa "binpêkirina serweriya asmanî" û "sîxuriyê" kiribû armanc.

Niha jî ji ber aloziya rewşa Rojhilata Navîn, artêşa Amerîkayê ger û çavdêriyên xwe yên asmanî û deryayî li seranserê Kendav û Tengava Hurmizê zêdetir kirine.