Li Îraqê cezayê zîndanîkirina heta hetayê bo sê DAIŞiyên Fransayî derket
Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Tawanan a Kerxê cezayê zîndanîkirina heta hetayê li ser sê terorîstên DAIŞê yên xwedî nasnameyên Fransayî sepand, ku berê ji bakurê rojhilatê Sûriyeyê bo Îraqê hatibûn veguhastin.
Dadgeha Tawanan a Kerxê li Bexdaya paytexta Îraqê îro Pêncşem, 29ê Cotmeha 2026ê, cezayê zîndanîkirina heta hetayê bo sê endamên DAIŞê yên xwedî nasnameyên Fransayî derxist.
Desthilata Dadwerî ya Îraqê di ragihandinekê de belav kir: “Dadgeha Tawanan a Kerxê bi amadebûna parêzerên tawanbaran û nûnerên Balyozxaneya Fransayê li Îraqê, cezayê zîndana heta hetayê bo wan her sê DAIŞiyan derxist.
Ew ceza li gorî madeya 4/1 û bi delaleta madeya 2/1 û 3 ji qanûna berhingarbûna terorê ya hejmar 13 ya sala 2005ê hatine derxistin. Dadgeha navbirî di derxistina biryara xwe de pişta xwe bi benda 1/132 ya qanûna cezakirinê ve girê daye.
Desthilata Dadwerî amaje bi wê yekê jî kiriye ku ew ceza li gorî madeya 4/1, li beranberî madeya 2/1 û 3 di qanûna berhingarbûna terorê ya hejmar 13 ya sala 2005ê de û wek amajeyek bo cezayên madeya 132/1 di qanûna cezakirinê de derketiye.
Ew her sê cezakirî parek ji komeka 47 kesî ya xwedî nasnameyên Fransayî bûn, ku desthilatdarên Îraqê ji bakurê rojhilatê Sûriyeyê wergirtibûn. Piştî ku Dadgeha Lêkolînê ya Yekê ya Kerxê lêkolîn ligel wan kiribû, li gorî rêkarên qanûnî bo dadgeha taybetmend hatibûn şandin.